Ticker

10/recent/ticker-posts

Xwendevanên Mexmûrê bi meşekî meşaleyî Newroz pîroz kirin

 Li Wargeha Penaberan a Mexmûr bi pêşengtiya Yekîtiya Xwendevanên Azad (YXA)  meşekî meşaleyî hate li darxistin û hate gotin ku wê ev Newroz bixwere azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bîne.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi boneya Cejna Newrozê, bi pêşengtiya Yekîtiya Xwendevanên Azad (YXA) meşekî meşaleyî hate li darxistin. Xwendevanên wargehê li ber dibistanên xwe kombûn û agir bi meşaleyên xwe xistin. Piştre bi meş li nava wargehê de geriyan. Di meşê de bê navber dirûşmeyên ‘Newroz li Rêber pîroz be’ û ‘Bijî Serok Apo’ hatin berzkirin.

Meşa xwenevanan heta ber parka Şehîd Aryen Cûdî berdewam kir. Piştre li qadê xwendevanan bi meşaleyên xwe nivîsa Newroz nivîsandin.

Piştre jî li dora agir li ber sitranan govend hat gerandin û çalakî bi dawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar