Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar, têkildarî pêngava azadî ji bo Rêber Ocalan û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî axivî û got: “Di beşa duyemîn ya pêngavê de wê herî zêde aliyê wî yê hiqûqî derbikeve pêş yanî wê di komferansên hiqûqî yên ku di pêşiya me de hatine pilankirin were nîqaşkirin.”
Xurbet Tallî
Endamê
Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar têkildarî çalakiyên pêngava yekemîn û
dûyemîn yên ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdollah Ocalan û
pirsgirêka Kurd tên meşandin, bersiva pirsên rojnameya me Rojev da.
-Di
10’ê Cotmehê de ji aliyê dostên gelê Kurd ve li 74 navendên Ewropa pêngavek ji
bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatibû destpê kirin, hûn viya çawan dinirxînin?
Di 10’ê
Cotmehê de 25. Salvegera komployê bû, wê demê dostên gelê Kurd, dostên Serok
Apo di asta navnetewî de pêngavek bi vî rengî dan destpêkirin bi rastî jî gelek
girîng bû. Ev pêngav ji bo 74 navendan hatibû pilankirin. Ji ber ku Serok Apo
74 salî bû, ji bo wê destpêkê li 74 navendan hat destpêkirin. Ev pêngav li
seranserî Kurdistanê û gelek welatên din jî belav bû. Gelê Kurd û rêxistinên
Kurdî jî ketin nava vê pêvajoyê, ev destpêkekî gelek baş bû. Vê carê dostan bi
boneya roja mafê mirovan ya cîhanî ango 10’ê Cotmehê, wê demê biryarek dan, li seranserî
cîhanê bi sedan navendên cûda kombûn, parêzname û pirtûkên Rêber Apo xwendin û
nîqaş kirin. Ev yek bi rastî jî li seranserî cîhanê bû pêngavek. Rewşa Rêber
Apo û paradigmaya wî li seranserî cîhanê dengvedanek mezin çêkir. Herî dawî
17’ê Sibatê beşdarbûna bi sed hezaran mirovan, Kurd û dostên Kurdan ya li
navenda Ewropa ya li bajarê Kolnê dengekî girseyî ji bo hemû cîhanê belav kir,
ev gelek girîng bû. Mirov dikare pêngava yekemîn bi vî awayî binirxîne, pêngav
di asta cîhanî de hat dîtin.
-Di vê
pêngava ku 10’ê Cotmehê hatî despêkirin de encamek çawan bi xwe re anî?
Di vê
pêngavê de encamên ku bi xwe re anîn, mirov dikare bêje, dikaribû di asta cîhanê
de binirxînî ku di asta cîhanê de mijara Rêber Apo û mijara Kurd bi hev ve
girêdayî ye. Ji ber ku pêngav jî li ser azadiya fîzîkî ya Serok Apo û çareseriya
pirsgirêka Kurd e. Ev mijar di asta cîhanê de bû rojevek cidî yanî li gel
astengiyên cîhanê rojev hatin gûhertin, wek êrişên Hemasê, êrişên Îsraîl yên li
Xezayê ku heta niha jî rojev e, her wiha şerê Ukranya û Rûsya evane mijarên
cîhanê yên serekene, li gel vê jî di asta cîhanê de ev mijar hat dîtin û
nîqaşkirin. Wekî tê xwestin nebûyîbe jî, lê rewşa Rêber Apo û pirsgirêka Kurd
bi hev ve bû mijarekî cidî. Dibe ku nebûyîbe rojeva dewletan, lê bû mijara
gelan, di vî alî de girîng bû. Bi vê yekê xwedîderketina dostên gelê Kurd ev
gelekî girîngbû û van dostan 16’ê Sibatê, rojek beriya meş û mitînga Kolnê, li
Birûkselê di parlementoya Ewropa de ew kesên ku pêngav destpêkiribûn
konferansek jî çêkiribûn. Niha komîteya ku pêngavê dimeşîne pilatformek ji wan
dostan çêbûye û ji bo dema pêş di nava plansaziyekê de ne. Rêxistinekî bi vî
awayî di nava van dostan de heye, wek Kurd em jî di nav de ne, lê ew bi rêve
dibin. Mirov dikare bêje pêngava yekemîn li gel hemû kûrt û kêmaniyan bi
serketî hat meşandin.
-Di
qonaxa 2’emîn de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çalakiyên ku bên kirin, wê
çibin ango divê armanc çibe?
Di beşa
duyemîn ya pêngavê de wê herî zêde aliyê wî yê hiqûqî derbikeve pêş yanî wê di
komferansên hiqûqî yên ku di pêşiya me de hatiye pilankirin were nîqaşkirin. Di
aliyê hiqûqî ya di asta navnetewî de ji bo Serok Apo pêwîste çi were kirin, ew
hiqûqnasên navnetewî çawan dikarin xwedî li Serok Apo derbikevin, her wiha
komek ya hiqûqnasan çawan dikarin bê avakirin, li hindir û derve wê aliyê
hiqûqî çawan were pêşxistin ev beşek yê wê ye. Di aliyê dîplomasî de jî çalakî
û hevdîtinên ku li gel civaka sivîl, partî û rêxistinên welatên cûda, li gel
parlemento û komisyona mafê mirovan, komisyonên hiqûqî ya di asta dewletan de,
di asta saziyên navnetewî de wekî Konseya Ewropa û parlementoya Ewropa,
Neteweyên Yekbûyî û hemû saziyên din yên navnetewî, di vî warî de pêngavek ya
dîplomasî were desptêkirin ku li ser dewletan sextek bê çêkirin daku biryar bên
standin. Me xwest di pêngava yekemîn de Rewşa Rêber Apo û gelê Kud di cîhanê de
bikin rojev û ev yek pêkhat jî. Ji ber ku Rêber Apo ev 25 sal bûn di zindanê de
êdî dikeve sala 26’an û ev sê salin jî bi ti awayî agahî jê nayê girtin,
tecrîdek giran li ser tê meşandin. Li gorî qanûnên dadgeha mafê mirovan ya
Ewropa, mafê hêviyê li holê ye ango kesekî 24-25 salan di zindanê de bimîne, ew
kes êdî bi wî rengî di zindanê de nayê hiştin. Ji ber wê jî divê dosya wî ji nû
ve bê destgirtin û darizandin ku mafê wî yê hêviya derketinê hebe. Bi vî awayî
wê ev hemû aliyên siyasî, hiqûqî û dîplomasî di rojevê de be.

0 Yorumlar