Cûdî
sitargeha mirovatiyê, warê vejîn û berxwedaniyê ye. Di singa Cûdî de dişewîtî
agirê berxwedaniyê û gej dibû. Di her pêtek ya wî de destanek ji nûve dihat nivîsandin.
Cûdî warê evîn û evîndaran, te gelek caran pêşwazî ji zarokên rojê re kir. Carek din te xwe bi rengê spî xemilandibû,
carek din te pêşwaziya zarokek rojê dikir li gundê Germikê. Germik bi xwezaya
xwe ya bi bereket dibû derguşa zarokên berxwdêr. Yek ji van zarokên berxwedêr
jî Rêheval Silêman Bayar ango Heqî Cûdî bû ku di sala 1982 de li gundê Germik a
ser bi Silopî di nav malbatek welatparêz de çavên xwe li cîhanê vekiri bû. Gundê
Germikê diket miqabilê çiyayê Cûdî. Gelê wir li ser xwezaya wiya bi bereket debara
mala xwe dikirin. Rêheval Heqî di nav vê xwazaya bi bereket û nav deşt û zozanên
wî de zaroktiya xwe jiyan dikir. Heval Heqî ji ber ku zarokê malê yê yekeme, bi
delalî tê mezin kirin û di çar saliya xwe de bi malbata xwe re derbazî Silopî
dibin û li wir dest bi dibistanê dike, heta sê salan dixwîne û her sal yekemîtî
bi dest dixe. Di salê 93’an de dijimin wek her demê êrişên xwe li ser Silopî dom dike. Pir caran êrişî malbata heval Heqî
dike, ferdên malbatê digrin û di êşkenceyan re derbasdikin. Rojek dîsa dijminê
xwînmij êrişî malbatê dike û ber cevên rêheval Heqî kezêyên dayîk û xwişka wî
digire û êşkenceyek mezin dikin. Rêheval Heqî dema vê yekê dibîne, bi cesaretek
mezin bertekê xwe diyar dike û wiha dibêje; ‘ezê we şikayet bikim û hûn çidikin
bikin jî lê ez ji we natirsim.’ Ev êrişên dijmin li ser dayîk û xwişka wî bibû
kînek di nav dilê wî yê biçûk de. Xayalê wî bû ku wê rojek bihata heyîfa dayîkên dil bi êş û çav bi rondik
rakiraba. Ji ber êrişên dijmin di sala 1994 de bi malbata xwe re neçar dimîne
ku bikevin ser rêya penaberiyê. Rêyek dûr û dirêj, zor û zehmetî û bi êş. Di bin
tank û topan de, neh roj û şev li pey xwe dihêlin û xwe digihînin Geliyê Qiyametê.
Di wan rojê sar û serm de, tî û birçî de Geliyê Qiyametê ji xwe re dixin warê
berxwedaniyê, warê jiyanê. Rêheval Heqî li wir dibistana xwe berdewam dike. Lê vê
carê bi zimanê dayîka xwe dixwîne û dinivîse. Ev yak kêfxweşiyek mezin dide wî.
Bi kesayeta xwe ya têgihiştî û fedekar dibe mînakek li ser zimanê dayîkan.
Rêheval Heqî kesek dilnizim û bi cesaret bû. Her ku mezin dibe têgihiştina wî
jî pêre berfireh dibe. Dem hatibû ku ev têkoşîna xwe ya di nava penaberiyê de
li çiyayên azad bigihanda lutkeyê. Dem hatibû divê heyfa ew keziyên dayîk û xwişka
xwe ya di nav wan lepên xwînxwar de dihat kişandin hilanda. Li ser vî esasê di
sala 1995 de dikeve pey xeyalê xwe, berê xwe dide çiyayên azad. Di demek kin de
xwe li ser esasê bîrdoziya Rêbertî, di jiyana gerîlatiyê de pêşdixe. Heval Heqî
di pir qadên çiyayan de li pey xeyalên xwe yên tolhildanê bi cesaretek mezin û
bi fedekarî di her çalakiyekê de, di çeperê pêş de cih digre û heyfa dayîka xwe
ya dil bi êş radike. Rêheval Heqî erka fermandariya bolîkê radike ser milê xwe.
Di her kêliya jiyana xwe de bi erka xwe radibe û ji bo her hevalek xwe dibe
pêşengê jiyanê. Bi girêdanbûna xwe ya hevaltî û bi rûkeniya xwe dibe evînek di
nav dilên hevalê xwe yê dozê de. Rêheval Heqî di jiyana xwe ya 22 salan de bê dûdilî
têkoşînek bê hempa da û di sala 2004 de dema bi hevalê xwe yê dozê re êrişî
qerekola Çelê dike, digihije karwanên nemiran.
0 Yorumlar