Nexweşiya X’ê navekî sembolîk e ku ji patojenek hîpotetîk re tê
dayîn ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê li lîsteya patojenan zêde kiriye ku
divê wekî pêşîn were lêkolînkirin û wekî xetereya pandemiyê tê
hesibandin. Ev têgîna nexweşiya X’ê yekem car di sala 2018’an de hate
bikaranîn ji bo danasîna patojenek nû ku bi potansiyela pandemîk ve hatî
tespîtkirin. Pandemiya Coronavirus di sala 2019’an de mînakeke vê rewşê ye.
Li gorî
pêşbîniyên tirsnak ên li ser nexweşiyê, di sala 2022’an de rêxistina Tenduristiyê
ya Cîhanê zêdetirî 300 zanyar berhev kirin, 25 malbatên vîrus û bakterî lê heyî
nirxandin û navnîşek patajenan çêkir ku divê wekî pêşîn were lêkolînkirin. Di
vê navnîşê de nexweşiya “X”ê heye ku behsa patojenek nenas dike ku dikare bibe
sedema serhildanek ciddî ya navneteweyî.
Vîrus û
patojenên sereke yên ku li gorî plana Ar-Ge ya ku ji hêla Rêxistina
Tenduristiyê ya Cîhanê ve ji bo serpêhatiyên şopandina patojenan hatî
pêşvexistin, hatine navnîşkirin evin:
- Vîrûsa
Ebola û Marburgê
- Taya
hemorrajîk a Kirim-Kongo
- Vîrusa
koronayê
- Taya
Lassa
- MERS
û SARS
- Vîrûsa
Nipah
- Taya
geliyê Riftê
- Nexweşiya
X’ê
- Vîrûsa
Zika
Sedema
Nexweşiya X’ê Çi ye?
Her çend
tê texmînkirin ku nexweşiya X’ê ji hêla patojenek ku hêj nehatiye naskirin ve
çêdibe jî sedema rastîn a nexweşiyê hêj jî nihêniya xwe diparêze. Her çend
gotegot hene ku nexweşiya X’ê di nav ajalan de belav dibe, lê hêj delîlek nîne
ku ew derbasî mirovan bûye an jî xetereyek li ser mirovan çêdike. Wekî din,
lêkolîn destnîşan dike ku nexweşiya X’ê belkî vîruseke cihê qirika hêlmstandinê
be.
Nîşaneyên
Nexweşiya X’ê Çi ne?
Di derbarê
nîşanên nexweşiya X’ê de agehdariyeke zelal nîne, ku hîn bi tevahî wekî
nexweşiyek nayê pejirandin û potansiyelek xeternak a razdar hildigire. Lêbelê,
lêkolînan destnîşan dikin ku nexweşiya X’ê dibe ku vîrusek rêka hilmê ya jorîn
be. Di vê rewşê de, tê fikirîn ku nîşanên nexweşiya X’ê heger bişibin nîşanên
enfeksiyonên rêça hilmê ya jorîn hingê semptomên wekî kuxik, heraret, êşa qirikê,
êşa movik û masûlkeyan û bêxîretî (bêhalî) derdikevin meydanê.
Nexweşiya
X’ê Çawa Tê Veguheztin?
Di van
demên dawiyê de pir caran mijara mereqê ye, ka Nexweşiya X’ê çawa tê
veguheztin. Lê belê, agahiyek nîne ku diyar bike ka ev nexweşiya nepenî çawa
belav dibe. Ev nexweşî dikare ji heywanan derbasî mirovan bibe, mîna şewba
berazan. Lêbelê, ev hêj nehatiye piştrastkirin.
0 Yorumlar