Çalakvanên greva birçîbûnê yên Mexmûrê: “Heta dilopek xwîn di laşê Kurdan de heye, heta zarokek yê Kurdan di landikê de mabe, wê li pey Serok û doza xwe bin. Heta ku em Serokê xwe di nava xwe de nebînin, em des ji doza xwe bernedin.”
Xurbet
Tallî
Çalakvanên
greva birçîbûnê yên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî, têkildarî çalakiya
xwe ji rojnameya me re axivîn.
‘15’yê Sibatê ji bo gelê Kurd rojekî reşe’
Çalakvana
bi navê Fatma Yusif anî ziman ku ev heft heyîvin li wargeha Şehîd Rustem Cûdî
çalakiyek ya nobetê ji bo Rêber Ocalan hatiye destpêkirin û wih peyîvî: “Ev bû
26 sal Serokê me di girava Îmraliyê de dîlgirtiye. Ev sê salin nehiştine ne
malbat, ne parêzer û ne jî kesek serdana Rêbertî bikin, em bi ti awayî agahî ji
Serokê xwe na bihîzin. Em ji bo Serokatiya xwe ketine çalakiya greva birçîbûnê,
wê ve çalakî heta 15’yê Sibatê bidome. 15’yê Sibatê ji bo gelê Kurd rojekî reş
û tarî ye. Ji bo vê pêwîste em Kurdên li tevahî cîhanê, dayîkên Bakûr yên ku
zarokên wan di zindanan de ne û her roj cenaze derdikevin, rabin ser lingan û
Serokê xwe bi fîzîkî azad bikin. Heta Serokatî di zindanê de be, azadî di vê
cîhanê de çênabe.”
‘Cîhan
hemû bi çav û guh bûn’
Fatma
di axaftinên xwe de anî ziman ku Rêber Apo ne tenê serokê gelê Kurde, serokê
tevahî mirovahiyê ye û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Cîhan avabûyî heta
niha, ti serok wek Serokê me ne rabûyîne. Piştî parêznameyên Serokatî derket û
şûnde, cîhan hemû bi çav û guh bûn, nû zanîn Kurd hene. Em wek gelê Kurd
dibêjin êdî bese ji vê heyva reş re, em dixwazin Rêberê me bi awayek fîzîkî
azad bibe, êdî ev heyva reş ronî bibe. Çima di vê cîhanê de her kes xwedî
serokin, em wek Kurd bê serok, bê maf, bê ax û welatin? Em jî dixwazin bi Serokê
xwe re, li welatê xwe bi awayek azad jiyan bikin. Heta dilopek xwîn di laşê
Kurdan de hebe, heta zarokek yê Kurdan di landikê de mabe, wê li pey Serok û
doza xwe bin. Heta ku em Serokê xwe di nava xwe de nebînin, em dest ji doza xwe
bernadin.”
‘Hemû mafên Rêber Apo ji dest girtiye’
Çalakvanê
bi navê Kendal Teyî jî têkildarî heman mijarê axivî û despêkê tecrîda girankirî
ya li ser Rêber Ocalan bi tûndî şermezar kir û got: “Ev nêzî sih salin em li vê
wargehê jiyan dikin. Di sala 1999’an de bi komployekî navnetewî Rêberê gelên
Kurdistanê Rêber Apo dîl girtin û radestî dewleta faşîst a Tirk kirin. Ev sê
salin bi tecrîdekî pir giran re rû bi rû ye û ji hemû mafên xwe yên mirovî bê
par maye, nahêlin ne parêzer û ne jî malbat pêre hevdîtin pêkbînin. Dewleta
Tirk hemû mafên Rêber Apo ji dest girtiye, bi ti awayî nahêlin peywendiyên
Rêbertî bi derve re çêbibe. Ji ber wê, yê ku despêkê destê wan di nava vê
komployê de, bi taybet weke CIA, MOSSAD’ê piştgirî dane û Rêbertî radestî
dewleta Tirkiye kirine em wan şermezar dikin. Wek hemwelatiyên Wargeha Penaberan
a Şehîd Rustem Cûdî em vê yekê bi ti şêweyî napejirînin.”
‘Em vê tecrîdê ti carî qebûl nakin’
Kendal
di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku ev nêzî heft mehin li wargeha Mexmûrê
çalakiya nobetê ya dorveger hatiye despêkirin û wiha pêde çû: “Weke komek ya
hemwelatiyên wargehê me dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya sê rojan kiriye.
Meşên ku îro li Bakûrê Kurdistanê hatine destpêkirin û ber bi paytexta
Kurdistanê Amedê ve dimeşin, çalakiyên ku hatine lidarxistin û bi wê ve
girêdayî çalakiyên ku li Ewropa jî hatine destpêkirin û ew jî ber bi Firansa ve
birêketine silav dikin. Bi taybet em girtiyên di zindanan de çalakiya greva
birçîbûnê dimeşînin pîroz dikin. Wek hemwelatiyên wargehê em vê tecrîdê ti carî
qebûl nakin û emê her tim di nava çalakiyan de bin. Heta ku em rojekê ji beriya
rojekê Rêbertiya xwe bi awayek azad di nava xwe de nebînin, em na rawestin.”
‘Em sala 2024’ê bixin sala fînalê’
Kendal Teyî di dawiya axaftinên xwe de
bang li raya giştî kir û got: “Hemû kesên ku dibêjin em mafê mirovan diparêzin,
em demokratin, heq û hiqûqê diparêzin, divê ji bo Rêbetiya me jî pêkbînin û
xwedî li Rêbertî derbikevin. Jixwe wek gelê Kurdistanê jî hêvî û daxwazên me
ewe ku em sala 2024’ê bixin sala fînalê, sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û
wekî her mirvên di cîhanê de em jî bi Rêberê xwe re bi awayek azad jiyan
bikin.”
0 Yorumlar