Hemwelatiya Mexmûrê Mirarî Nêrwehî: “Me gelek zorî û zehmetî li vêderê jî dîtin, kesê bawer nedikir ku wê ev cih bibe war û şînkatî lê şînbibe. Li vê wargehê her kesekê bi ked û zanîna xwe mal ji bo xwe çêkirin.”
Xurbet Tallî
Dema em rewşa jinên Kurd û dembûriya wê bigirin dest, emê
bibînin ka çiqas jin hatiye perçiqandin. Ji bo ku jin pêşnekevin hertim bi
rêyên civakî yên ku jin di nava çar dîwaran de bimînin re rû bi rû hiştine. Jinên
Kurd bi taybet jinên Botanê di aliyê her cûrê kar de jîrbûn, hêz, bawerî û îradeya
wê berbiçave. Em dibînin beşê herî girîng yê ku civakê dike civak û dide
berdewamkirin û diparêze jin e. Li rûxmê hemû şert û mercên jiyanê yên herî
zehmet û erîşên ku li ser tê meşandin jî, tawîz nadin û li berxwe didin.
Mirarî Nêrwehî ku niha li Wargeha Mexmûrê jiyan dike yek
ji wan jinan e ku di dema jiyana gund de bûyî şahidê gelek xweşî û nexweşiyan. Mirarî
têkildarî jiyana xwe ya gund ji rojnameya me re axivî.
‘Jiyana li gund gelek ji ya niha xweştir bû’
Mîrarî di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku jiyana wê
demê û ya niha gelek ji hev cûdaye û wiha behsa gundê xwe kir: “Gundê me nêzî
bajarê Zaxo ye lê girêdayî Şirnex e. Hemû cûrê şînatiyên xwarinê di gundê me de
hene, jiyana li gund gelek ji ya niha xweştir bû. Gundê me herdû aliyê wê çiya
bû, ji ber wê havînan jî piranî siha wan çiyayan dida gund. Zozanênên me gelek
xweşbûn, me zaroktiyek gelek xweş li gund derbazkir. Debara jiyana me li ser çandinî
û xwedîkirina lawiran bû. Ji ber ku bavê min bi tenê bû, ji ber wê min jî
alikariya bavê xwe dikir. Di malbatê de tenê xuşkek ya min ji min mezintir hebû,
yên din ji min biçûktir bûn. Birayek yê min ji min biçûktir diçû dibistanê, ji
ber ku gelek biçûk bû ne dikarî di wî rûbarê avê yê ku di nava gund de derbaz
dibû re derbaz bibe, ji ber wê ez neçar bûm wî di avê re derbaz bikim. Ji bo ez
li birayê xwe bibim xwedî, ez bi birayê xwe re diçûm dibistanê. Bi wî awayî min
sê salan dibistan xwend, ji ber karê malê û alikariya dayîka xwe, min nedikarî
ez wek zarokekî kur hem biçim dibistanê û hem jî zaroktiya xwe jiyan bikim.”
‘PDK’ê em ji Geliyê Qiyametê derxistin’
Mîrarî di berdewamiya axaftinên xwe de anî ziman ku wan di
pêvajoya penaberiyê de gelek zorî û zehmetî kişandine û wiha peyîvî: “Dema em
penaberbûyîn, me tenê cilên li berxwe bixwere anî. Em destpêkê çûn Hîzawa, Zaxo
û piştre jî em çûn Şeraniş. Di vê penaberiyê de ti êş nema ku me nekişandî. Em
neçarbûn ji Şeraniş derbikevin, em çûn Geliyê Qiyametê. Li wê derê jî me gelek
zor û zehmetî dîtin, jin ji siharê heta êvarî diçûn gundên derdor digeriyan
heta ku hinek erzaq di anîn ji zarokên xwe re. PDK’ê derdora me dorpêçkirin, ambargo
danîn li ser me, zilm li me dikirin, pezên me dibirin û şivanên me dikuştin.
Tiştek nema ku PDK’ê jî bi serê me ne anî. Di wê ambargoyê de yên ku nan ji
pezê xwe re hişk kiribûn, wî nanê dixwarin. Wê demê kê ava tirşiyê jî hebûya
weke ku ew dewlemendê cîhanê bû. Piştî sê mehên ambargoyê, PDK’ê em ji Geliyê
Qiyametê derxistin û rêkirin Etrûş. Li Etrûşê jî PDK’ê heman tişt bi serê me
anî.”
‘Li vêderê tenê avek hebû’
Mirarî Nêrwehî di axaftinên xwe de qala hatina xwe ya
Mexmûrê jî kir û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Dema em hatîn vêderê jî, havîn
bû mirovan ne dikarî ji germa jiyan bike. Erdekî çol bû, dema me berek radikir
dupişk û mar derdiketin. Li vêderê tenê avek hebû ew jî ava germavê bû, mirov
nedikarî wê avê vexwe, lawiran jî nedivexwar. Em ji bo ava vexwarinê diçûn
Navçeya Mexmûrê, li wê derê jî me bi zorê av di anîn ji ber ku kesê deriyê xwe
li me ne divekir. Me gelek zorî û zehmetî li vêderê jî dîtin, kesê bawer
nedikir ku wê ev cih bibe war û şînkatî lê şînbibe. Li vê wargehê her kesekê bi
ked û zanîna xwe mal ji bo xwe çêkirin. Bi saya Rêbertî û rêxistinê îradeya me
xurte, heta ku Rêbertî û rêxistina me hebe wê îradeya me jî hebe. Wek jin me bi
saya Rêbetî xwe naskir û em pêşketin. Hêviya min ewe ku Rêberê me di demek
zûtirîn de bi fîzîkî azad bibe û em welatek serbixwe bibînin.”
0 Yorumlar