Li ser axa welatekî mitingeh ku di her hêlê de hatiye bişaftin pir zehmetbû ku mirov behsa hebûn ango xwebûnê bikira. Ji ber vê yekê jî di vê di her hêlê de têkoşînek bahata meşandin û li dijî dagirkerên Kurdistanê şerê hebûn û xwebûn bahata dayîn. Li ser vî esasî bi sedan ewladê vî gelê ku hebûna wî hatiye înkarkirin berê xwe dan şoreşa azadiyê û bûn xwedî ked, heskirin û têkoşînek bê hempa. Yek ji wan jî rêheval Evdal Tunc ango Rubar Bêkes bû ku di sala 1982 li Gundê Mijîn a girêdayî Şirnexê di nav malbatek xwedî nirxên têkoşîn û welatparêziyê de çevên xwe li cîhanê vedike. Weke her malbatek Kurd malbata rêheval Evdal jî jiyana xwe li ser xwedîkirina pez dabîn dikirin. Heval Evdal li gel dayîka xwe ya dûcanî û dû birayên xwe li şikeftên zozanên Mijînê di nav çanda Kurdewarî de jiyana xwe derbas dikirin. Heval Evdal li gel dayîk û dû birayên xwe ev şikefta ku wek mala xwe didîtin di nav de karê xwe dikirin. Lê di carek de ev şikeft li ser wande hat.
Heta ku bavê wî tê ji bo wana derxîne tenê karibû heval Evdal bi birîndarî rizgarbike, dayîk û dû birayê wî wefat kiribûn. Rêheval Evdal di sala 1988’an de di temenê xweyê 6 salî de dayîka xwe windakiribû, ev yek bandorek mezin li ser Evdal kiribû. Ev êşa ku hê di zarokatiya xwe de kişandibû wê bi jiyanek penaberiyê û di nav zorî zehmetiyên jiyanê de berdewam bikira. Di temenê xwe yê 12 salî de ji ber êrişên dijmin dibe zarokek penaber û bi malbata xwe re dikevin li ser rêya penaberiyê ji bo jiyanek bi rûmet. Di vê rêya dûr û dirêj de pir caran bi zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Rêheval Evdal ku dibistanê li Mijin destpê kiribû Li wergeha Mexmurê jî ber dewam dike, lê vê carê bi zimanê dayîka xwe dixwîne, ev yek ji bo wî rûmetdariyek pir mezinbû.
Rêheval Evdal dibe kesek zane, rûken û dilnizim. Bi fedekar û kedkar bûyîna xwe ve dihat heskirin. ji bo malbat û cîranan çi alîkarî bahata xwastin bi dilxwaziyek mezin dikir û li beranberî zorî zehmetiyên penaberiyê têkoşîn dike. Belê rêheval Evdal bi fikir û bîrdoziya welatparêzî mezin dibe û bi xeyalên ku rojek wek her gerîlayek di çiyayên azad de, di her kêliyên jiyanê de têkoşînê bilind bike. Vê yekê baş dizanîbû, di welatekî ku di hêla dijmin de hatiye bişaftin û înkarkirin de, wê nikaribe bi hebûna xwe ve jiyanek rast jiyan bike.
Birayê heval Evdal, rêheval Rubar di sala 1994 de şehîd bibû. Ji ber vê yekê xeyalê wî bû ku çeka birayê xwe hilde û bibe şopdarê birayê xwe. Di sala 1999 de piştî ku Rêbertî dîl tê girtin, rêheval Evdal soza xwe ya beşdarbûnê dide û berê xwe dide çiyayên azad. Rêheval Evdal di nava vê jiyana xwe ya nû de navê birayê xwe lixwe dike û bi çeka birayê xwe têkoşîna xwe dide meşandin. Bê gûman di şoreşê de ked, heskirin, bedel û têkoşînek bê hempa tê xwastin, heval Rubar jî li ser vî esasî di demek kin de xwe di hêla bîrdozî û leşkerî de pêş dixe û dibe şopdarê rêya azadiyê. Piştî demekî şûnde berê xwe dide Rojavayê Kurdîstanê. Belê rêheval Rubar bi hêviya serkeftinê dest avît çeka birayê xwe û di her qada ku lingê xwe avêtiyê de tovê heqîqeta azadiyê lê reşand û bû sembola têkoşîna azadiya Kurdistanê.
Di rist û
rûyê xwe de jiyana azad ya gerîlatiyê hilberand û heta kêliya dawiyê ji bo
azadiya gelan têkoşîn kir û di sala 2014’de li Cezaa gihişt karwanên nemiran.
0 Yorumlar