Endama
Rêveberiya Dibistana Amadeyî ya Şehîd Koçerîn a Wargeha Mexmûrê Aysel Bîlen
têkildarî perwerdeya xwendevanan got: “Rewşa xwendevanan ya îsal ji sala din
baştire. Divê malbat hîn zêdetir bi zarokên xwe re eleqeder bibin, ji ber ku
xwesteka xwendevanan a pêşketinê heye.”
Armanc Herekol
Endama Rêveberiya Dibistana Şehîd Koçerîn a Amadeyî ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Aysel Bîlen ji rojnama me re axivî û diyar kir ku li gorî sala bûrî, xwendevanan îsal hîn pitir xwe daye perwerdê.
‘Herêma Kurdistanê nahêle ciwanên Mexmûrê biçin zanko’
Bîlen
di destpêka axaftinên xwe de anî ziman ku di Kurdistanê de dema ku tiştek
diqewime wek wargeh ew jê bandor dibin û got: “Taybet dema ku bûyerek çêdibe,
qada perwerdê jê bandor dibe. Wek tê zanîn ev bi salane ji aliyê Herêma
Kurdistanê ve, rêgiriyek li ser me tê meşandin û ji destpêka vê rêgiriyê ve jî zanko
li xwendevanên me hatiye qedexekirin. Di salên destpêkê de me gelek zehmetî
kişandin, ji ber ku xeyalên xwendevanên me yên zanko ji aliyê Herêma Kurdistanê
ve hatin astengkirin. Di wê pêvajoyê de, xwendevanan dest ji xwe berda û xwesteka
xwendinê kêm bû. Ji bo ku em vê rewşê bidin derbazkirin, ji aliyê me û
rêveberiya wargehê ve gelek hewildan hatin kirin.”
Armanc
pêşxistin û perwerdekirin e
Aysel
Bîlen sala bûrî û ya îsal a perwerdê wiha nirxand: “Ez wek kes sala nu baş
dibînin. Îsal xwendevan ji salên din zêdetir bi dibistanê ve girêdayîne û meyla
xwendevanan a pêşketinê hîn zêdetir heye. Lê di hêla zanistê de hêj jî kêmanî
hene û wê bên derbaskirin. Xwesteka xwendevanan a hatina dibistanê heye û
tevlîbûna wan a perwerdeyê jî ez baş dibînim. Di hêla alîkarîdayîna mamosteyan
de jî pêşketinek heye, ne wek sala bûrî ye. Îsal me di mufredatê de hindek
guhertin çêkirin û encamek baş girt. Ji bo ku xwendevan bi perwerdeyê re bibe
yek an jî ji perwerdeyê hez bike, me hindek guhertin çêkirin. Me îsal yek ezmûnî
da çêkirin û ji ber vê, hindek malbatan em rexnekirin û gotin, wê zarokên me
nekarin ji bin vê barî derbikevin. Lê wek mamostayek ez dibêjim, xwendevanên me
karîn vî barî hilgirin û encamek baş derket holê. Armanca me perwerdekirin û
pêşxisitina xwendevanan e, ji bo wê jî emê her cure rêyan bikarbînin.”
‘Xwendevan
di ferqa dijmin de ye’
Her
wiha Mamosta Aysel diyar kir ku wan dema yek a xwendinê qedandine û ew derbasî
dema duyem dibin û wiha pêde çû: “Di hêla zanistê de kêmasiyên xwendevanan
hene, lê em di wê heviyê de ne ku wê dema duyem bikaribin derbaz bikin. Êdî
xwendevanên me dibêjin, emê dibistana xwe biqedînin û ji bo gelê xwe di
saziyekî de kar bikin. Xwendevanên me jî dizanin, dijmin ji bo ku gelê Kurd
pêşnekeve û xwe perwerde neke her cure êrişan pêktîne û her cure astengiyan jî lidardixe.
Ji bo wê xwendevan di vê ferqê de ne.”
Bi
xwendevanan re bibin alîkar
Herî
dawî Endama Rêveberiya Dibistana Şehîd Koçerîn a Amadeyî ya Wargeha Mexmûrê
Aysel Bîlen ev bang li xwendevan û malbatan kir: “Pirsgirêkên ku li Herêma
Kurdistanê di hêla perwerdeyê de jiyan dikin berçavan e. Ev bi salane tayînkirina
mamoste yan jî bijîşkan nîne. Her wiha ev demek dirêje li gelek cihan perwerde
nayê dayîn û hikumet muçeyên mamosteyan nadin. Lê em wek wargeh rûxmê evqas
êrişan jî navber nadin perwerdeya xwe. Her wiha ez bang li xwendevan û malbatan
dikim, raste xwendevan nikarin xwe ji telefonê bidin durxistin, lê dikarin di
hêla erênî de bikarbînin. Li şûna ku leyîstokan bileyîzin, bila lêkolînan
bikin. Her wiha bila malbat hîn zêdetir alîkarî bidin zarokên xwe. Rêya rast
nîşanî xwendevan bidin.”
0 Yorumlar