Bersivên Gel:
-Zordarî
ye
-Zilimkarî
ye
-Hikumdarî
ye
-Desthilatdarî
ye
-Rêveberiya
heyî ye
-Desthilatdariya
siyasî
-Dewlet
e
-Serdestî
ye
-
Dayîna pêkanîn e
-Fermandayîn
e
-Yekdestdarî
ye
Otorîtertî
her çiqas tê wateya serweriya yek kesî jî lê di sîstemên roja me ya îro de em dîsa
li rastî gelek sîstemên bi vî awayî tên. Yekdestdarî ne tenê ji aliyê kesekê ve
dikte kirina sîstema xwe ye. Gelek cûrên sîstema otorîter heye. Mirov dikare wisa vebike. Ya yekem; Otorîtertiya
kevneşope ku civak li hemberî vê otorîtera kevneşop pir hesas û bi rêzdarî nêz
dibe. Ev cûrê otorîtertiya kevneşop girêdayî baweriya wê civakê ye û li ser wê
civakê otorîteriya wê baweriyê hakime û gel jî di çarçoveya vê otorîtertiyê de
tevdigere û li hemberî vê heta dawiyê xwedî rêzdariyekî mezine û yên li
beramberî vê radibin tê sezakirin. Endamên rêxistinan bi daxwaz û bê şert fermana
yên ser xwe re pêkanîn e. Partiya me PKK jî mirov dikare bêxe di vê katagoriyê
de ji ber ku hem weke partî nirxên vê civakê di parêze û hem jî weke parçeyekî
ji gele, gel xwedî lê derdikeve û parçeyekî ji xwe dibîne. Her çiqasî
otorîtertî weke têgehekî diktartortî yan jî yekdestarî bê binavkirin jî lê di
civaka me de hebûna otorîtertiya PKK’ê sedemê hebûna me ye. Ger PKK nebe gel,
hebûna me ne gengaze. Ev cûrê otorîtertiyê yê herî demdirêj ya di nava civakê
de ye.
Ya
duwemîn jî; Otorîtertiya Karîzmatîke, di vê rewşê de kesek derdikeve pêş wî
kesî weke kesekî karîzmatîk derdixin pêş ku ev kese bi behreyekî mezin
derdikeve pêş. Wisa tê bawerkirin ku di rewşên pir xirab yên ku gel jiyan dikin
de, encex ev kes bikaribe wî gelî ji wê rewşa xirab xilasbike. Ev kes xwedî
jêhatî û çelengiyekî bi wî awayî ye ku gel hemû li pey wî dimeşe û heta dawiyê
baweriya xwe bi wî kesî tînin. Ev cûrê otorîtertiyê heta ew kes dimire
otorîtertiya wî berdewam dike.
Otorîtertiya
siyemîn jî ya huquqiye. Ev cûrê otorîtertiyê ne ji kevneşopiyê, ne jî ji otorîtertiya
kesane ji ya hatî mezinkirin tê. Ev cûrê otorîtertiyê xwe dispêre çavkaniyên
hêza aqil û rêgezan. Evane li gor hinek rêgezan dibin otorîter. Otorîteriya xwe
di nava hin sînoran de bikartîne. Li gorî hin rêgezan desthilatdariya xwe didin
berdewamkirin. Cûreke din ya otorîtertiyê heye ew jî ya leşkerî ye. Di dema
partî lewaz dibe û nikare gel birêvebibe ango li gorî sîstema dewletê lewaz
dikeve, leşker darbe dike, tê ser hukum ji bo demekê sîstemê birêvedibe. Ev cûrê
otorîtiyê yê herî kurt ji bo demekê tên û piştî wê sîstemê dewir dikin. Mînaka wê
mirov dikare Tirkiyê jî bide. Gelek caran derbeyên leşkerî çêbûne, leşker
hatine ser hukum heta demekê dîsa ser hukum çûne.
Ev
cûrên otoritertiyê di roja me ya îro de tên meşandin lê di heman demê de meşrûtiyek
ya xwe ya di nava civakan de heta hetayê bigire jî nîne. Ji ber
ku otoritertî piranî xwe li ser bingehê zor û zextê dikare berdewambike. Serwerbûna li ser
civakê, diktatorbûyîn du têgehê cudane herçiqasî otorîtertî weke peyv
dikatatortî be jî lê diheman demê de serwerbûyîne jî. Mirov nikare otoritertiya
partiya sosyalist ya Çînê û ya kureya Bakur bîne beramberî hev. Yanî serwerbûna
partiya me ya li ser gel û ya partiyên din yên welatên cihanê anîna beramberî
hev ne gengaze di çarçoveya welatande otorîtertî tê guhertin. Ger civak aydê
xwe nebîne ew cure otoritertiyê nikare demdirêj hebûna xwe bide berdewamkirin.
Ji ber otoriterti, çavkaniya hêza xwe ji
siyasetê digre. Herçiqasî weke diktatortî yan jî yekdestdarî bê girtin jî lê bê
gel otorîter pêşnakeve.
0 Yorumlar