Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Mexmûrê çalakiya nobetê di roja 210’an de berdewam dike

 Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê çalakiya gireva birçîbûnê ya ji bo şermezarkirina komploya navdewletî hatibû destpêkirin, bi dawî bû û çalakiya nobetê jî bi koma nû, bi biryardariyek xûrt berdewam dike.



Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) duh çalakiya greva birçîbûnê ku beriya du rojan ji bo şermezarkirina komploya navdewletî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dawî bû û çalakiya nobetê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî di roja xwe ya 210’an de bi koma 42’emîn berdewam dike.

Çalakiya nobetê li Saziya Ciwanan bi amadebûna xelkê wargehê, bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê destpêkir. Li ser navê koma greva birçîbûnê Endama Kordînasyona Meclîsa Îştar Sûltan Yildiztan axivî.

Sultan Yildiztan di destpêka axaftina xwe de komploya navneteweyî ya li hemberî Rêber Ocalan şermezarkir û wiha got: “Em hemû çalakiyên niha li Kurdistan û seranserî cîhanê ji bo fîzîkî azadiya Rêber Apo hatine, li darxistin silav dikin. Em hemû komplogeran şermezar dikin. Di nava 25 salên komployê de gelê Kurd rêxistinbûyîna xwe xurtkir û komplo vala derxistin. Heta rojek ji temenê me mabe emê ji bo fîzîkî azadkirina Rêbertiya xwe di nava çalakiyan de bin.”

Piştî daxuyaniyê, çalakiya greva birçîbûnê bi dawî bû û koma çalakiya nobetê jî dewrî koma nû hate kirin.

Merasîma dewrgirtinê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok Jiyan nabe’ bi dawî bû.


Yorum Gönder

0 Yorumlar