Ticker

10/recent/ticker-posts

Çalakiya nobetê ya Mexmûrê di roja 215’an de didome

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê çalakiya nobetê ya ku di 20’ê Tirmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Rêber Apo hatibû destpêkirin di roja 215’an de bi biryardariyek xurt berdewam dike.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) çalakiya nobetê ya ku di 20’ê Tirmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Rêber Apo hatibû destpêkirin di roja 215’an de  bi biryardariyek xurt berdewam dike.

Merasîma dewirgirtinê bi kombûna gel û çalakvanan ya li Saziya Ciwanan bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê Koma 42. Fatma Bîlen axivî.

Fatma Bîlen di axaftina xwe de diyar kir ku hemû mirovên ku dile wan ji bo Rêbertî lêdide silav dikin û wiha got: “Tevî ewqas çalakiyên ku gelê Kurd ji bo Rêbertî dayî meşandin jî em ji Rêbertiya xwe bê agahîne. Em bang li hemû mirovên ku dibêjin em mafê mirovan diparêzin bila li berpirsyariyên xwe xwedî derbikevin. Ev du carin erdhej li Gemlika Bûrsayê çêdibin û li ruxmê ku ev sê salin bi tu awayî agahî ji Rêbertiya me nayê girtin wek gelê Kurd em bi gûmanin. Em van nêzîkatiyên li ser Rêbertiya me tên kirin, qebûl nakin. Di kesayeta Rêbertiya me de hemû mirovên bi dest tên hedefgirtin û îradeya wan tune tê hesibandin. Ji bo vê heta ku Rêbertiya me bi fîzîkî azad nebe, emê çalakiyê xwe berdewam bikin.”

Çalakiya nobetê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Kesek Nikare Roja Me Tarî Bike’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ dewrî koma 43’yan kirin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar