Bersivên gel:
- Şerê sar e.
- Şerê derûniyê ye.
- Mirov ji xwebûna xwe dûrxistin e.
- Pergalek a serdestan e.
- Planek a desthilatdaran e.
- Rêbazek a rêvebirina ciwanan e.
- Astengiya raman e.
- Şerê li ser ciwanan e.
- Rêbazek a êrişan e.
- Lîstokek e.
- Şerê hegemonyayê ye.
- Tûnekirina netewan e.
- Helandin e.
- Axaftinek e.
Şerê Taybet
piştî şerê cîhanê yê dûyemîn destpêdike. Ji ber ku di sedsala 19’an û ber bi
sedsala 20’an de demê pêşketina teknîk û teknolojiyê ye. Heta vê sedsalê, her
şerê ku çêdibûn sing bi sing bûn, lê bi pêşketina teknîk û teknolojiyê re berê
vî şerê zivirî aliyekî din. her ku çûye teknîk pêşketiye û bi vî awayî şerê
teybet jî guheriye. Bi çêkirina çekên kimyawî û nukleerî, bûye yekem sedema
dewletên hegemonên cîhanê bên beramberî hev û hevrikiyek ya serweriya cîhanê
bikin. Piştî sedsala 20’an jî şerê taybet vegeriyaye şerê bê sînor û bê pîvan.
Beriya ku em rê û rêbazên bikaranîna şerê taybet binivîsin, em bizanin şer
çiye. Şer; pevçûn, li hevxistin, hevdû kuştin yan jî birîndarkirin û her weke
din, mirov dikare pênase bike. Şerê taybet jî li hemberî hevrikê xwe bikaranîna
hemû rêbazane. Di şerê taybet de exlaq yan jî wijdan tineye. Armanc ên li
hemberî xwe lewazkirin û tinekirin e. Ji bo vê jî hemû rê û rêbaz tê bikaran.
Di vê derê de, hinek rêbazên sereke yên bikaranîna şerê taybet heye. Li gor
şert û mercan stratejîk û taktîkên xwe diguherîne û xwe wisa dide
berdewamkirin. Şerê taybet ji aliyê mêtîngeran ve tenê ne bi rêya şidetê, bi
her rêbazî li ser civak û kesan têne bikaranîn.
Ger mirov
weke têgeh pênase bike, şerê taybet amûra serdestî û zordestiyêye. Hêzên hegemon
yan jî dewlet-netewe serdestiya xwe bi vê amûrê didin berdewamkirin. Ji bo ev
hêzên hegemon mezintiya xwe nîşanî her kesê bidin, saziyên xwe yên şerê taybet
avakirine. Yên weke; NATO: (Hevpeymana Parastina Atlantîka Bakûr),
CEATO:(Hevpeymana Prastina Rojhilata Dûr), CENTO: (Hevpeymana Parastina
Rojhilata Navîn) û IMF-OPEC:(Rêxistinên Aborî) li her derê cihanê hêzên ku li
hemberî wan derdikevin ji bo berjewendiyên xwe van saziyan têxin meriyetê.
Civakê bi aboriyê kriz û qeyranan, bi bêkariyê, derxistina gengeşeyan, rojevên
hindirê wan vala, ferdperestî pêşxistinê, çêkirina dizî û filmên şer û ji bo
exlaqê civakê lewazbike film û rêzefîlman dijî exlaqê civakê çêkirin û van
filman zêde xistina pêş, pêşxistina sîxûrtiyê di nava civakê de, saziyên
civakî, ol û bawerî û saziyên perwerdê xistina dibin berjewendiyên xwe, şerê
psikolojîk, filmên şer ji bo zarokan pêşxistin, xwarin û vexwarinên ku
tenduristiya civakê xirakirin, hema bêje di hemû şaneyên civakê de vê rêbaza
şerê taybet bikartînin.
Bi taybet,
ji bo civakên Rojhelata Navîn tinebike û bihelîne, zihniyeta xwe bi saziyên
weke Medya, Zanîngeh, Mizgeft, Dibistanan û di nava civakê de belavdikin. Dema
civak çand û exlaqê xwe parast û li hemberî zihniyeta wan berxwe da û serî ne
tewand, bi rêbazên weke girtin, êşkencekirin, koçberkirin û bi birçîbûnê re terbiyekirin,
zihniyeta xwe li ser civakê didin ferzkirin. Di nava şerê teybet de şerê
psikolojîk gelekî bi bandor e. Amûrên bikarnîna şerê taybet yên pîskolojîk jî Medya,
Çapemanî, Tv, Radyo, Rojname û her weke din in. Vî şerî li ser hest, fikir, zihniyet
û nêzikatiyan bikartînin. Bi taybet li ser medyayê propaganda pir li pêş e. Bi
propagandayê rastî û heqîqet tên berevajîkirin. Bi derew û reşkirinê dixwazin
civakê ji rastiya heyî dûrbixin û li gorî xwe şêwe bide civakê. Ev şerê pîskolojîk
bêhtir li ser zarok, ciwan û jinan tên bikaranîn. Di heman demê de ji aliyê
civakî, siyasî, exlaqî, çandî û aborî ve jî dixwazin gel birêvebibin.
Gelek rê û
rêbazên cuda yên bikaranîna şerê Pîskolojîk heye ku em nikarin hemûyan binivîsin.
Lê ya girîng çiye, ger mirov bixwaze di nava civakekî bi aram, adîlane û bi
exlaq de jiyan bike, di vê mirov rê û rêbazên şerê teybet baş bizane û li
hemberî wê xwe biparêze. Rûxmê ku weke civak em di pêvajoyekî ya şerê hebûnê de
jiyan dikin jî, ji bo ku me parçebikin û ji rêxistin û têkoşîna me durbikin, ji
rastiya civak û rojeva sereke dûr bixin, serî li rê û rêbazên şerê taybet didin
û rojeva civaka me hemû vedigûhere li ser mijara sunî û dûrî rastiyê. Mixabin gelek
caran ev rêbaza wan serketiye û rojevên ku em dixwazin kêm jî be pasîf mane. Ji
bo em xwe jê biparêzin divê em çibikîn? Şertê sereke xwe perwerdekirin û bi vê
re xwe û dijminê xwe naskirin e. Ya din jî xwe rêxistin kirine. Di heman demê
de, di aliyê parastina cewherî de bi zanabûn tevgerandin e. Ger weke civak me
karî zarok û ciwanên xwe li ser bingehê civakekî exlaqî û polîtîk perwerde û
birêxstin bikin, wê demê em dikarin hemû pîvanên bê exlaqî yên şerê taybet vala
derbixin.
0 Yorumlar