Ticker

10/recent/ticker-posts

Di kabîneya Mesrûr Barzanî de nêzî hezar binpêkirinan li dijî rojnamegeran hatine

 Ji sala 2019'an heta dawiya sala 2021'an ku serdema kabîneya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ye, 969 binpêkirin li hemberî rojmameger û saziyên ragihandinê hatine kirin. Di vê demê de zêdetirî 80 rojnameger û aktîvîstên Behdînan hatine girtin.

Navenda Nuçeyan

Piştî 8 mehên pêşbazî û danûstandina piştî hilbijartina roja 10'ê Tîrmeha sala 2019'an, kabîneya 9'emîn a ji 21 wezîran pêk tê ji aliyê Mesrûr Barzanî ve pêk hat. Qubat Talebanî bû Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û ji aliyê parlamentoyê ve hatin erêkirin.

Di demekî ku Mesrûr Barzanî îdiaya hebûna azadiya ramanê li Herêma Kurdistanê dike, lê li gorî daneyan herî zêde di dema kabîneya Mesrûr Barzanî de binpêkirin û zext li dijî rojnameger û ragsaziyin hat

Ji sala 2019'an ve binpêkirina li dijî rojnamegeran hatine kiri wiha ye:

Li gorî Navenda Metro ya ji bo parastina mafê rojnamegeran, di sala 2019'an de 231 binpêkrin li dijî rojnameger û saziyên ragihandinê hatine kirin. Binpêkirin ji desteserkirina amûrên rojnamegeran, pêşîgiritina şopandinê, lêdan, gef û heqaret, girtina rojnamegeran a bêyî biryara Dadgehê, êrişên elektronîk, girtina saziyan, gulebarankirna saziyan, gulebarankirna rojêtêwigername .

Binpêkirinên 2020'an

Li gorî navenda Metro di sala 2020'an de 385 binpêkirinên hafta girtina bêyî biryara Dadgehê, gef, heqaret, ji derveyî yasaya ragihandinê Dadgehkirin, destdirêjiya li rojnamegerên jin, şkandina amûrên rojname rên rên rojnameger.

Binpêkirinên sala 2021'an

Di sala 2021'an de li dijî rojnameger û saziyên ragihandinê 353 binpêkirinên cuda pêk hatine. Di salên 2020 û 2021'an de 80 rojnameger û çalakvan li Behdînan hatine binçavkirin û girtin.

Ji sala 2020'an heta sala 2021'an li Behdînan 80 rojnameger û çalakvan ji aliyê asayîşa Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ve hatine binçavkirin û girtin. Hinek ji wan hatin cezakirin û hîn hinek nehatine Dadgehkirin û özennvîsan wan ne diyare.

Niha 6 mehên 2022'yan derbas bûne, lê hîn ti saziyan binpêkirinên li dji rojnameger û saziyên çapemeniyê parve nekirine.

Yorum Gönder

0 Yorumlar