Çavdêrek siyasî yê Irakê diyarkir ku tê payîn Çarçoveya Hemahengî bi PDK'ê û Hevpeymana Suniyan re, ji bo pêkanîna hikumeta nû ya Irakê bicive.

Navenda Nuçeyan
Çavdêrê siyasî yê Irakê Tohum Metlebî di daxuyaniyek xwe ya ji bo Rojnews ê de ragihand ku li gorî agahiyan tê payîn hefteya bê, Çarçoveya Hemahengî bi PDK û Hevpeymana Suniyan re kom bibe.
Metlebî got ku civîn wê ji bo guftugokirina li ser pêkanîna kabîneya nû ya Hikumeta Irakê be. Metlebi dibêje; “Hewldanên Çarçoveya Hemaengî yên ji bo pêkanîna hikumeta nû ya Irakê dewam dikin, ger hefteya bê her sê alî li hev bikin, wê ji bo pêkanîna hikumetê, bibe derencamek erênî.”
0 Yorumlar