Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Mexmûrê li ser rewşa Rêber Ocalan perwerde hat dayîn

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji bo şermezarkirina Komploya Navnetewî perwerdeyek di çarçoveya rêzeçalakiyên 15’ê Sibatê de hat dayîn û wê ev perwerde heta 12’ê Sibatê bidome.


Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji bo şermezarkirina Komploya Navnetewî perwerdeyek di çarçoveya rêzeçalakiyên 15’ê Sibatê de hat dayîn û wê ev perwerde heta 12’ê Sibatê bidome.

Perwerde li Saziya Ciwann bi deqeyek rêzgitin ji bo tevahî şehîdên Kurdistanê hat destpêkirin. Piştî rêzgirtinê Endamê Meclîsa Gel a Mexmûrê Seîd Çomlek têkildarî komploya navnetewî, rewşa rêbertî û gelê Kurd axivî.

Seîd Çomlek di desptêka axaftinên xwe de diyar kir ku wê ji niha û şûn de ji bo balkişandina li ser rewşa Rêber Apo wê rêzeçalakî bên destpêkirin û wiha got: “Wê ji îşev û şûnde heta 12’ê Sibatê pirtûkên Rêbertî wekî perwerde bêne xwendin. Bi taybet wê pirtûka Rêbertî ya 5’emîn wê bi deng bê xwendin. Piştî 12’ê Sibatê jî wê rojiya pirçîbûnê heta 15’ê Sibatê bidome. Ji ber ku em di meha Sibatê de ne, wê bi vî awayî rêzeçalakî destpê bikin. Bi taybet ji bo jiyanîkirina Rêber Apo, em hemû xelkê wargehê vedixwînin vê perwerdeyê, her wiha çalakiyên ji wir û şûnde ji bo pirotestokirina 15’ê Sibatê bên kirin jî.

Îro PKK hêzekî di cîhanê de xwedî nirxe, ev jî bi saya Rêber Apo çêbû. Bi derketina Rêber Apo ya salên 1970’an û şûnde damezirandina Partiya Karkerên Kurdistan, piştî wê destpêkirina şerê çekdarî û mezinbûyîna hêza gerîla wisa kirin ku hêz Kurdistan parçekirine carekî din li ser Rêber Apo û Kurdisanê bi fikirin. Kengê Rêber Apo azad bibe, wêdemê wê Kurdistan jî azad bibe. Ji ber vê yekê jî divê giraniya çalakiyan di vê hêlê de bê kirin yanî divê armanca me azadiya fîzîkî ya Rêber Apo be.”

Piştî axaftina Seîd Çomlek, têkildarî komploya 15’ê Sibatê dengeê ku hatibû amadekirin hat guhdarkirin.

Perwerde bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ ‘Bê Serok jiyan nabe’ bi dawî bû.


Yorum Gönder

0 Yorumlar