Dayîkên Şehîdan ên Wargeha Penaberan a Mexmûrê balkişandin ser hevkariya malbata Barzanî ya bi dewleta Tirk re û gotin: “Şeref û namûs ji zêr û zîvan binirxtire. Çima PDK dibe hevkarê dijmin û ciwanên me bi destê xwe qetildikin. Gerîlayên li serê çiyayan şer dikin ne ji bo xwe, ji bo Kurdistanek azad têdikoşin. Divê xelkê Başûr vê hevkariya mala Barzanî ya dijî Kurdan qebûl neke.”
Jiyan Pîran
Çekdarên PDK’ê di 24’ê Çileya 2024’an de kemîn danîn pêşiya gerîla û gerîlayan gulebarankirin, piştre jî bi hevkariya dewleta Tirk wesayîta gerîla bombebarankirin. Têkildarî êriş û hevkariya malbata Barzanî ya bi dewleta Tirk a dagirker re, dayîkên şehîdan yên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji ajansa me re axivîn.
‘Welatê me zêr û zîve’
Dayika bi navê Gulê Mijînî di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku wê zarok û neviyên gelê Kurd hesabê xiyanet û bêbextiya niha tê kirin ji kesên xayîn bipirsin û got: “Wê neviyên Kurdan hesabê xiyaneta ku tê kirin bipirsin. Welatê me zêr û zîve, cîhan giştî li ser axa me şer dike lê ciwanên me ji axa me direvin. Çima ciwanên me ji ax û welatê xwe direvin diçin welatên biyanî. Em yekîtiya Kurdan dixwazin, em şer û xiyanetê naxwazin. Ji ber ku xiyanet nehêla Kurd bigihin armanca xwe, ji bo wê jî ciwanên Kurdan dayîk, bav û jiyana xwe dihêlin û di nava wan tûnelên şer de bi roj û salan têhn û birsî li berxwedidin. Ji bo Kurdistanek azad dilop dilop xwîna xwe dirêjin. Niha Başûrê Kurdistanê dibêje me axa xwe azad kiriye, lê axa Başûrê Kurdistanê ne azade. Başûrê Kurdistanê di bin destê dijmin de ye û li gorî berjewendiyên dijmin tê karanîn.”
‘Şeref û namûs ji zêr û zîvan binirxtire’
Gulê Mijînî di berdewamiya gotinên xwe de destnîşan kir ku li her çar aliyên Kurdistanê li ser gelê Kurd zilm û zordarî tê kirin û wiha pêde çû: “Pêwîste em ax û welatê xwe bi parêzin. Li her çar aliyên Kurdistanê, li ser gelê Kurd zilm û zordarî tê kirin. Şeref û namûs ji zêr û zîvan binirxtire. Çima PDK dibin hevkarê dijmin û ciwanên me bi destê xwe qetildikin. Ger Kurd nebe hevkarê dijmin, dijmin nekare tiştekî bike. Ji bo me ferqa ti kesê nake, lê pêwîste herkes xwedî li axa Kurdistanê derbikeve. Em yên ku xwîna ciwanên me dirêjin şermezar dikin. Xiyanetkarên li Başûrê Kurdistanê xwîna ciwanên me dirêjin û cilên ciwanên me jî nîşanê malbatên wan nakin.”
‘Ziman û dîroka me yeke, em Kurdin’
Dayika bi navê Medîna Hilalî jî di destpêka axaftina xwe de daxuyakirin ku kesên niha xiyanetê li ser axa Kurdistanê dikin wê hesabê wê bidin dîrokê, ji ber ku hertişt tê nivîsîn û wiha got: “Ez çalakiyên gerîlayên azadiyê pîroz dikim û ji wan re serkeftinê dixwazim. Zimanê me, dîroka me yeke û em Kurdin, lê xiyanetê li me û xwe dikin. Wê dîrok vê yekê binivîse û hesaba vê ji wan pipirse. Navê Kurd mezine, çawan dibe Kurd bêbextiyê li Kurdan bike? Çawan dibe hevkariya kesên zarokên me dikujin, dikin? Pêwîste Kurd hevkariya dijmin nekin. Êdî bese ma wê heta kengê wisa be? Çima wek partî sedsaliya komara Tirkiye li Başûr Kurdistan pîroz dikin. Lê çima êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar nakin?”
‘Îro em bin, sibe Mesûde taştiya Erdogan’
Medîne di berdewama axaftinên xwe de bang li dayîk û malbatên şehîdan yên Başûrê Kuridstanê kir û wiha anî ziman: “Divê dayîkên şehîdan ên Başûrê Kurdistanê vê yekê nepejirînin. Çawan gelê Başûr destûr dide zarokên wan li kêleka dijmin êrişî gerîlayên azadiyê bikin? Ti kesê mîna Başûrê Kurdistanê şehîd nedane, divê li keda şehîdên xwe bibin xwedî. Gerîlayên li serê çiyayan şer dikin ne ji bo jiyana xwe, ji bo Kurdistanek azad têkoşînê didin. Bi sedan baregehên dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê hatine danîn. Yê ku li Kurdan bibe xwedî ewe Serokê Kurdan. Kesên ku li rûmet û axa xwe dibe xwedî, ew xwediyê şehîdane. Ez bang li tevahî gelê Başûrê Kurdistan û rewşenbîrên Kurd dikim bila, dijmin ji ser axa xwe derbixin. Îro em bin, sibe Mesûde taştiya Erdogan.”
0 Yorumlar