Parastina welat ango axa ku li ser dayîk bûye nirx û dilsoziyek ji welatparêziyê ye. Ev axa vî welatê ku bi xwîna lehengan hatiye avdan, şax vedaye li her bihostek xaka Kurdistanê. Di kesayeta şervanên leheng ên vî welatê de, dîrok carek din dihat neqişkirin. Her lehengek vî welatê bi dilsoziya xwe ya ji dil a li van xakan destanek di afrand. Ev destan dibû çîrok, helbest û lorînên li ser lêvên dayîkên dil bi êş. Yek ji van şervanên ku ji bo axa welatê xwe bi lehengî şer kirî, rêheval Evdilhekîm Tûnc ango Rubar Goyî bû ku di sala 1978’an de li Gundê Mijîn a girêdayî Şirnexê di nav malbatek welat parêz de çavên xwe li cîhanê vedike. Rêheval Rubar hê di temenê xwe yê zarokatiyê de di hêla fîkir û ramanê xwe de pêşketiye û ev yek li ser fîzîka wî jî diteyîsî. Xweşikbûna nêrîn û fîzîkiya wî bala her kesî dikişand. Heval Rubar li gund pênc salan dibistanê dixwîne. Li kêleka xwandina dibistanê jî diçe dersa Quranê. Di dersê xwe de ango di nava hevalên xw de dibe kesek zîrek. Ji ber ku dibisana navîn li gund nebû tenê dikare dibistanê herta sereteyî bixwîne. Rêheval Rubar bi kêfxweşî û henekên xwe yên rûkenî ve dilê her kesî şa dikir. Kesekî rêzdar, fedekar û dilnizim bû. Kesek wisa bû ku dikaribû bi mezinan re mezin bi zarokan re zarok be. Ev taybetmendiyên wî dîhişt ku di hêla her ferdek malbat û gund de bê hezkirin. Di sala 1983’an de yekem carbû ku komek gerîla tê nava gundê Mijînê. Li ser vî esasî malbata rêheval Rubar jî rêxistinê nasdike û erkê ku dikeve ser milê wan bi cih tînin. Di wî demî de, di her hêlê de dewlata Tirk bi cerdevanê xwe re êrişî gundê wan dikin û pir caran kesên gund û malbatê digirin û di êşkenceyan re derbas dikin. Ev yek bandorek mazin li ser heval Rubar dide avakirin. Ji ber ku bavê rêheval Rubar ji alyê devlata Tirk ve wekê suçdar û alîgerê rêxistinê dihat naskirin, pir caran cerdevanan êrişî mala wan dikirin. Beriya ku rêheval Rubar tevlî gerîla bibe, carekê sercerdevanek tê mala wan û berê çekê dide wî, jê dipirse tu kurê kê yî? Ji ber pêvajoya gund a wêdemê û bavê wî jî ji aliyê dewletê ve suçbar bû, nikare bêje ez kurê Sadiq im, navê mamê xwe dide. Rêheval Rubar piştî ku navê mamê xwe dide dikeve nav fikirandinê de û dibêje, ‘em di welat û gundê xwe de newirin navê bavê xwe bînin ser ziman, ji ber ku welat û axa me bindeste ji ber wê jî ez soz didim nemînim cihekî ku ez newîrim bêjim ez kurê bavê xwe me’. Li ser vî esasî dikeve nav lêgerîna ku çawa bikaribe fîkir û bawariya xwe bi azad bide jiyan kirin û bibe xwedî têkoşînek bê hempa, ji bo zarokên ku ji ber metirsiya li ser welatê xwe, nikare bi azadî bi axive. Li ser vî esasî ji bo têkoşînek bê hempa bide meşandinê, divê biketa ser rêya heqîqetê û di sala 1988 de berê xwe dide çiyayên azad. Li çiyayên azad di jiyana xwe ya nû de, xwe di jiyana gerîla û bîrdoziya Rêbertî de ku dibêje ‘çawa jiyan bikin’ de xwe pêş dixe û dibe yek ji parêzvanê walatê xwe. Bi fîkir û ramanê xwe yê pêşketî erkê xwe yê jiyanî pêktîne û heman demê de bi fedekariya xwe ve dibe kesek mînak di nav hevalên xwe yên dozê de. Rêheval Rubar di şerê xwe yê li beranber dewlata Tirk û xeta xiyanetê her tim serkeftî dibe. Di her çeperê şer de di rêza pêşde cih digre. Heval Rubar di her lutkeyê çiya yê welatê xwe de ala serkeftinê bilind dike û herî dawiyê berê xwe dide Gabara ku cihê bav û kalane. Li Gabarê jî bi hemû hêza xwe ve başdarî jiyanê dibe û ji bo agêrê Newrozê gurtir bike di sala 1994 de, bi komek hevalên xwe re êriş dibe ser qereqolên dakirkeran û digije karwanên nemiran. Belê rêheval Rubar li ser her latekî çiyayên welatê xwe berxwedanî neqişkir û bû hêviya zarokên welatê xwe. Têkoşîna rêheval Rubar bi dawî nebu wê bi hezaran Rubar li ser vê hêviyê berê xwe bidana çiyayên azad û yek ji wan jî wê birayê wî bûya.

0 Yorumlar