Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, 202 roj li pey xwe hişt û çalakvanên koma 39’emîn gotin: “Rêber Apo çavkaniya jiyana me ye û wê kes nekaribe jiyana me tarî bike!”
ARMANC HEREKOL
Çalakiya
nobetê ya li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha
2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû
destpêkirin, 202 roj li pey xwe hişt û niha bi koma 39’emîn bi biryardariyeke
xurt berdewam dike. Koma 39’emîn ji aliyê endamên ragihandina Mexmûrê ve hatiye
dewirgirtin.
‘Çavkaniya
jiyanê Rêber Apo ye’
Rojnamevan
Nûpelda Denîz Amed di destpêka axaftinên xwe de da zanîn ku ev 25 salin Rêber
Apo li girtîgeha Îmraliyê, di bin tecrîdek girankirî de tê ragirtin û ev 3 salin
ti agahî jê nayê girtin û got: “Wek gelê Kurd agahî negirtina ji Rêber Apo, me
dixe di nava metirsiyê de. Şert û mercên li Îmraliyê, li ser tenduristiya
Rêbertiya me bandorek zêde dike. Dijmin her ku diçe tecrîda li ser Rêber Apo
zêdetir dike, her wiha êrişî jin, ciwan û gelê Kurd dike. Ji Bakur heta Başûr,
ji Rojhilat heta Rojava li dijî gelê Kurd êriş û polîtîkayên şerê taybet
dimeşîne û jinên pêşeng ên tevgera azadiyê qetil dike. Gelo armanca dijmin ji van
êrişan çiye? Dijmin ji belavbûna fikir û felsefa Rêber Apo ditirse, dixwaze
têkiliya me bi Rêbertî re qut bike. Hemû kes baş dizane ku ti hêz nikare gelê
Kurd ji Rêber Apo û fikir û felsefa wî qut bike. Rêber Apo çavkaniya jiyana me
ye, kes nikare çavkaniya jiyana me tarî bike. Fikir û felsefeya Rêber Apo êdî
li seranserê cîhanê bûye çavkaniya jiyanê. Êdî ne tenê gelê Kurd tevahiya cîhan
dixwaze azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê mîsogerkirin. Divê em wek jin, ciwan,
zarok û tevahî gelê Kurd xwedî li Rêbertiya xwe derbikevin.”
‘Emê Rêberê xwe bi fîzîkî azad
bikin’
Her wiha
Rojnamevan û çalakvana bi navê Qeder Kar jî tîne ziman ku çalakiya Mexmûrê
dikeve roja xwe ya 200’an de û wiha dipeyîve: “Me wek koma 39’emîn çalakî dewrgirtiye.
Dijmênê gelê Kurd ji hêza gelê Kurd û ji fikir û felsefeya Rêber Apo ditirse. Ji
bo wê ji êriş dike û dixwaze me tinebike û bi tecrida li ser Rêber Apo re gelê Kurd
fêrî bê Rêbertî bike. Ji dîrokê ve, gelê Kurd ji bo hebûn ango Rêber Apo
têkoşîn dide meşandin. Bi salane dagirker dixwaze welatê me dagirbike û Rêbertî
ji gelê Kurd bide dûrxistin. Li dijî van dagirkeran jî, gelê Kurd bê hempa
têdikoşe. Gerîla ji aliyê xwe ve derbeyên giran li dijmin dixe, gel jî ji aliyê
xwe ve ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têdikoşe. Hêvî ji serkeftinê bi
rûmetir e. Ev gotinekî pir girîng û bi nirxe, ji bo wê jî di her aliyan de
hêviyên me hene ku emê serbikevin û bigihijin armanca xwe. Wek ciwanên Mexmûrê em
xwediyê vê şoreşê ne, ji ber ku yê dibe xwediyê şoreşê serdikeve. Ev 3 salin
agahî ji Rêbertî nayê girtin, di hêla hiqûqî de nayê qebûlkirin. Mafên Rêberê
me tê binpêkirin, divê em wek ciwanên Kurd xwedî li Rêberê xwe derbikevin û
azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin.”
‘Bêdengiya
CPT hevkariye’
Herî dawî
Rojnamevan û çalakvana bi navê Xerîba Nêrwehî jî axivî û bal kişand li ser piştgirya
ji bo Rêber Apo tê kirin û diyar kir ku li cîhanê xwedîderketinek mezin ji bo
Rêber Apo heye û wiha pêde çû: “Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî û çareseriya
pirsgirêka Kurd, gelek çalakî hene. Bê navber gel dimeşe, daxuyanî dide û panel-konferansan
lidardixin. Em hemû kesên ku îro ji bo Rêbertî di nava çalakiyan de ne, silav
dikin. Emê bi saya çalakiyên gel û girtiyan, Rêber Apo bi fîzîkî azad bikin. CPT
bêdenge, bêdengî jî hevkarî ye. Her wiha em dikevin heyva komployê, ji ber wê
em vê roja reş a 15’ê Sibatê şermezar dikin. Bi milyonan kes benda azadiya fîzîkî
ya Rêber Apo ye û divê em hîn zêdetir têbikoşin.”
0 Yorumlar