Ticker

10/recent/ticker-posts

Komîteya Tenduristiyê ya Mexmûrê: Divê demildest bi Rêber Apo re hevdîtin pêkwere

Komîteya Tenduristiyê ya Wargeha Mexmûrê, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan daxuyaniyek dan û bang kirin da ku demildest hevdîtin bi Rêber Apo re çêbibe.

Komîteya Tenduristiyê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek da. Daxuyanî li ber derê Nexweşxaneya Şehîd Dr. Hogir, bi tevlîbûna endamên komîteyê û bi deqeyek rêzgirtin destpêkir.

Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê Endama Komîteya Tenduristiya Mexmûrê Xanim Babat ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye: “Hemû cîhan dizane ku ev 35 heyvin bi ti şêwazê agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Ne malbat û ne jî parêzer nikarin hevdîtinê bi Rêber Apo re pêkbînin. Hevdîtin ji aliyê serçete Erdogan ve tê astengkirin. Ji ber vê jî fikarên cuda bi me re çêdibin. Her roja ku diçe, li ser rewşa tenduristiya Rêber Apo fikarên me zêdetir dibin. Şert û merên Îmraliyê ne destdayîne ku Rêber Apo li wir bimîne.

Girtîgeha Îmraliyê cihek bi rûtûbete û ev jî dibe sedema nexweşiyên cur be cur. Di hêla din de jî mirovek tenê mayîn, di hêla derûnî de ne destdayî ye. Lê rûxmê wê jî Rêber Apo di berxwedana xwe de gav paşve navêje. Di bin şert û mercên Îmraliyê de jiyankirin, bi serê xwe têkoşîneke.

Rêber Apo ji tevahî mafên girtiyan bêpar dimîne û ev bi serê xwe suce. Divê demildest tecrîd bê rakirin. Em wek tenduristvanên Mexmûrê bang li hemu sazî û dezgehên mirovî dikin, li hember vê tecrîda heyî bêdeng nemînin. Li erk û berpirsyartiyên xwe rabin. Divê hemu kes ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bikevin di nava liv û tevgerê.”

Daxuyanî bi diruşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî Berxwedana Îmraliyê’ bi dawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar