Dem û serdem hene, herkes ne xwediyê têgihiştin,watedayîn û xwedî qabîlyeta bûyîna bersivê ye, kesên ku demê baş analîz dikin û dibin bersiv jî, dibin xet, mînak û fermandarên wê demê. Dîroka Tevgera Azadiya Kurdistanê jî bi mînakên vî rengî dagirtiye; di zîndanên Amedê de ji Şeva Çaran heta Rojiya Mirinê, ji çalekiya 21’ê Adar’ê ya Heval Mazlum Doxan, heta Berxwedana Heval Sakîne, li hemberî teslîmyet û xiyanetê, helwesta Heval Bêrîtan li hember komplo û xetimîna demê Fedayîtiya heval Zîlan, li hemberî komploya 15’ê Sibatê sekna fedayiyên Kes nikare Roja Me Tarî bike, li hemberî salvegera wê çalekiya heval Viyan Soran ya 2’ê Sibata 2006’an û heta Sara, Ruken û Rojhat, Erdalan û bi hezaran mînakên din yên weke vana ku rê nîşanî me didin ka li hember xiyanet, tasfiye û dagirkeriyê emê çawa bibin xwedî helwest û tekoşîneke rast.
Qewmê ku
mirov jê ye û erdnîgariya mirov li ser jiyan dike hem pêşeroja mirov diyar dike
hem jî bandorên mezin li ser kesayeta mirov dike. Ji ber ku ew dîrok û nifşê
pêşiyê carnan jiyanek amade carnan jî temenek tejî zorî û têkoşîn ji mirov re
dihêle. Heval Viyan jî ji kevneşopiya
jina Kurd ya serhildêr û welatparêz tê ku welatek pêwîste were azad
kirin, kesayetek jina pêwîste li xwebûna xwe were vegerandin wek berpirsyarî
jêre hatibû hiştin. Li ser vê xakê bi dehan jinên bûne malê dîrokê û muhra xwe
li serdmên cûda cûda dane hene, heval Viyan weke berdewamiya Adîle Xaniman di
her qada jiyanê de dibe xwedî tekoşînek bê hempa. Bi vê hişmendiyê bi tevlîbûna xwe ya Tevgera Azadiya
Kurdistanê li hemberî hişmendiya nasnameya Kurd û Kurdistanê parçekirine û dagirkeriyê didin meşandin rêya têkoşîna
Netewîbûyînê di hilbijêre, hem li hember
dagirkeriyê hem li hember zayentperestiyê dibe xwedî têkoşîneke mînak.
Heval
Viyan di 7. salvegera Komploya Navnetewî de bi gotina; “Ez naxwazim 15’ê
Sibatek din ya reş jiyanbikim” hem girêdanbûna xwe ya bi Rêber Apo re hem
jî kurahî, xeteriya Komployê û dijminê
gelê Kurd bi vê komployê çi armanç dike anî ser ziman û bi vê çalekiya xwe
banga têkoşîna girseyî hem li jinan hem
jî li tevahî gelê Kurd kir. Bi vê çalekiya xwe bal kişand ser polîtîkayên înkar
û îmhayê ku dixwazin di kesayeta Rêber Apo de li ser gelê Kurd bidin
encamdan. Bi têgihiştina demê, zanabûna
dîrokê ka di 15’ê Sibata 1925’an de dijmin çi bi serê gelê Kurd aniye karî bibe
bersiva pêvajoyê û di dîrokê de bibe xeta rast ya li hember Komploya Navnetewî.
Di aliyê
din de çalekiya ku heval Viyan pêkaniye
weke jinekê, baş gihiştiye wê qenetê ku hemû êrişên li ser Rêber Apo tên
pêkanîn di bingeh de êrişên li ser hebûn, dîrok, heqîqet û nasnameya jinê tên
pêkanînin. Li hemberî koledarî û tinekirina li ser jinan tê meşandin Rêber Apo bi
projeya jiyana nû jin kirin xwediyê xwe bixwe û civakê, bi hezar salan ya ku jê
hatiye dizîn û desteserkirin ji bo were standin kire şervaneke lêgerîna
heqîqetê û şerkereke xwebûyîn û azadiyê. Heval
Viyan baş dizanî ku yek ji dema bingehîn ya dîl girtina Rêbertiyê ev
sedemên dîrokîne lewra ketibû nava lêgerînan, ka weke jinekê wê çawa bibe
bersiva vê komploya ku tinekirina nasnameya Jin û Kurdê azad xistiye navenda
xwe. Li ser vî bingehî di encama lêhûrbûnek rast û encamgir de çalekiya xwe ya
fedayî ya di 2’ê Sibata 2006’an de pêk tîne. Bangawaziya heval Viyan ji bo jin,
ciwan û gelê Başûr di asta rê nîşa demê
de ye. Dema ku dibêje bila jin dîlanê bigrin, jinên êş kişandî behsa êş û azara
hezar salî ya koletiya li ser jinan hatî
meşandin dike, bang li jinan dike ku tevlî refên şoreşa azadiyê bibin, bikevin
ferqa hêza xwe û xwe rêxistin bikin, baş dizane ku rêya hilweşîna desthilatê bi
rêxistinbûyîna jin û civakê re derbas dibe. Ev sekin û çalekiya heval Viyan bûye
rê ya perspektîfa têkoşîna demê. Têkoşîna jina Kurd ya di tevgera azadiyê bi
şehîd Sarayan despêkirî heta roja me ya îro hatî, ji bo tevahî jinên cîhanê bûye
îlhama avakirina şoreşa jinê û ev pêl bi pêl belav dibe. Çawa ku dirûşmeya ‘Jin
Jiyan Azadî’ bûye sembola hemû serhildanên jinan, agirê bedena Viyan Soran jî bûye
ronahiya rêya me û îro bi sedan jinên ku tevlî refên tevgera azadiyê dibin navê
Viyan radikin û ev jî dibe berdewamiya têkoşîn û xeta Viyanan. Li ser vê axê vê
carê di kesayeta Viyanan û hezaran jinên têkoşer de welat û nasnameyek azad ji bo
pêşerojê tên hiştin, rêya vê jî di fedayîtiyê re derbas dibe.
Filîz
BUDAK
0 Yorumlar