Ticker

10/recent/ticker-posts

Şêniyên Mexmûrê: Komkujiya Parîsê li dijî hemû jinên serhildêr bû

Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê komkujiya Parîsê ya 9’ê Çileyê şermezar kirin û wiha gotin: “Jinên serê xwe radikin rastî van komkujiyan tên. Ji ber ku naxwazin jin pêşketî û zanabin. Divê li ser vê bingehê tevahî jinên cîhanê li hemberî sistema kapîtalîst ya ku jinê tune dike helwesta tund raber bikin.”

Jiyan Pîran

Di 9’ê Çileya 2013’an de li paytexta Fransa Parîsê 3 jinên Kurd ên şoreşger Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) bi destê îstîxbarata MÎT’ê ya Tirk hatin qetilkirin. Têkildarî vê komkujiyên şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê yên ku heval Sara nas dikin ji ajansa me re axivîn û gotin; “Pêwîste hesabê vê komkujiyên ji dewleta Fransa û hevalbendên wan were pirsîn.”

Sara pêşeng, jêhatî, zana û jîr bû’

Fatma Kara di destpêka axaftina xwe de balkişand li ser kesayeta heval Sara ku di hemû kêliyê de herkes heyranî xwe dihêla û wiha got: “Naskirina min û Hevala Sara li wargehê çêbû, ew û keça min bi hevre kar dikirin min ji wisa nas kir. Hevala Sara hevalek kevin, pêşeng, jêhatî, zana û jîr bû. Bi Serokatî re mabû hertişt dizanî. Heval Sara çû Parîsê. Bila Parîs mîrat bibe, ew Parîsa dibêje em mafê mirovan di parêzin ne karî jinekê di nava xwe de bi parêze. Dewletek mîna dewleta Fransa yê nekarî jinekê bi parêze bila xira bibe. Ji ber ku hesabê komkujiya destpêkê nehat pirsîn piştî 9 salan Heval Evîn ji li heman cihî hat qetilkirin. Heval Evîn jî, ji ber ku havala Sara û pêşengek ya PKK bû hat armanc kirin. Pêwîste gelê Kurd vî hesabî ji dewleta Tirk bixwaze. Divê giştî jinên cihanê li hemberî van komkujiyan rabe û hesabê van komkujiyan bi pirsin. Jinên serê xwe radikin rastî van komkujiyan tên. Ji ber ku naxwazin jin pêşketî û zanabin.”

‘Kesê mîna wê gelek kêm tên dîtin’

Mamosta Hecî Kaçan şehîdên her du komkujiyên Parîsê di kesayeta heval Sara de bibîranî û wiha axivî: “Li Parîsê sê jinên hêja yên gelê Kurd hat armanc kirin. Hevala Sara bi derketina PKK’ê re dest bi têkoşînê kir. Jina yekemîn ya têkoşîna PKK’ê bû. Her wisa heval Fîdan û heval Leyla jî ji bo xebatên ciwan û dîplomasiya Kurd kesên pêşeng bûn. Dewleta Tirk bi hevalbendên xwe yên Ewropa, yên ku qaşo xwe pêşketî û demokrat didin naskirin ev komkujî pêkanîn. Li heman cihê qetilkirina Heval Evîn Goyî mirov nikare ji komkujiya beriya wê cûda binirxîne. Bi pêşengiya hevala Sara jinên Kurd gavên pir mezin avêtin. Bi saya têkoşîna Heval Sara li giştî cîhanê têkoşîna jinên Kurd deng veda. Ji ber wê jî ger em niha bibêjin di kesyata heval Sara de jinên Kurd hat armnac kirin wê kêm be. Di kesayeta heval Sara de hemû jinên serhildêr hatin armanc kirin. Min ji nêz ve hevala Sara nas dikir kesayetek nimûne û kesê mîna wê gelek kêm tên dîtin. Kesayet û pêşengiya Heval Sara ji hêzên desthilatdar asteng bûn ji bo wê jî hat qetilkirin.”

Kaçan di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku wê têkoşîna xwe li ser perspektîf û daxwezên şehîdan mezintir û xurtir bikin û wiha anî ziman: “Bi van komkujiyan dixwazin têkoşîna jinan ya li Kurdistan û Rojhilata Navîn bi heval Sara, Evîn û Fîdanan mezin bûyî tine bikin. Ev komkujî ji bo dewletên Ewropa yên dibêjin em demokratin rûreşiyek. Raste ew kesayetên sembol bûn û ji bo gelê Kurd êşek mezin jî bû, lê li aliyê din li ser bîranînên wan têkoşîn mezintir dibe. Pêwîste raya giştî ya Ewropa baş bizane bilindkirina têkoşîna van jinan erkê mirovahiyê ye. Divê hesabê van komkujiyan were pirsîn ji ber ku ev erkê me hemû ya ne.”

‘Emê vê şoreşê xurtir bikin’

Her wiha Hevseroka Şaredariya Mexmûrê Fatma Bîlen jî li ser heman mijarê wiha nêrîn û hestên xwe anî ziman: “Em dibînîn jinên ku pêşengtî ji jinan re dikin çawan dibin hedefa sistema kapitalîzm. Di kesayetiya Heval Sara, Rojbin, Ronahî û Evin de giştî jin hatin hedefgirtin. Ev şoreş ne tenê ji bo jinên Kurd ji bo hemû jinên bindest yên ku hatin çewisandin bingehê azadiyê ye. Ev şoreş bi jinên şoreşger xwe li ser lingan girtiye. Sara û Evin bûn mînak ji jinên têkoşer re. Divê li ser vê bingehê tevahî jinên cîhanê li hemberî sistema kapîtalîzt ya ku jinê tune dike helwestek tund raber bikin. Emê vê şoreşê xurtir bikin û li ser şopa wan şoreşgeran bimeşîn. Em hemû hêzên di vê komkujiyê de cih girtî rûreş û şermezardikin.”


Yorum Gönder

0 Yorumlar