Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Şehîdên komkujiya Parîsê Sara, Rojbîn û Ronahî hatin bîranîn.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Şehîdên komkujiya Parîsê yên 9’ê Çileya 2013’an di 11’emîn salvegera wan de hatin bîranîn.
Wek tê zanîn beriya 11 salan yek ji damezirênera PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û Endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatibûn qetilkirin. Li Wargeha Mexmûrê her sê jinên şoreşger di salvegera şahadeta xwe de hatin bîranîn.
Merasîma bîranînê ji aliyê Meclîsa Îştar ve hat organîzekirin. Bi kombûna şêniyên wargehê ya li Saziya Malbatên Şehîdan di kesayeta her sê jinên pêşeng de ji bo tevahî şehîdên Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê beriya ku sînevîzyon were nîşandan, Hevşaredara wargehê Fatma Bîlen li ser têkoşîn û berxwedana Şehîd Sara axafitinek kir.

Fatma Bîlen destpêkê di kesayeta Şehîd Sara de hemû şehîdên doza Kurdistanê bi bîr anî û wiha got: “Em dizanin ev 11 salin li ser komkujiya Parîsê re derbaz dibe, em li ser jiyana hevala Sara û hevalên wê çiqas baxivin têrê nake. Têkoşîna 30 salan ya ku xwe bi fikir û felsefeya Rêbertî dayî pêşxistin, ji bo nasnamek azad ya jinê û pêşxistina jinê ye. Divê ti carî em hişmendiya dijmin ya ku îro pêşengên me dikin hedef jibîr nekin. pêwîste em her tim têkoşîn û berxwedana xwe li beranberî vê zilmê bilind bikin û li keda şehîdên xwe xwedî derbikevin.”
Piştî axaftina Fatma Bîlen, sînevîzyona ku li ser têkoşîn û berxwedana her sê jinên şoreşger hatibû amadekirin, hat nîşandan.
Merasîma bîranînê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ bidawî bû.

0 Yorumlar