Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Mexmûrê Reşîd Roboskî hat bîranîn

Reşîd Roboskî ku xebatkarek yê Wargeha Penaberan ya Mexmûrê bû, di 3’ê Çileyê de di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da, hat bîranîn.


Reşîd Roboskî ku xebatkarek yê Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bû, di 3’ê Çileyê de di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da, bi merasîmeke girseyî hat bîranîn.

Merasîma bîranînê bi hatina malbata şehîd û kombûna gel ya li Saziya Malbatên Şehîdan, ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê deqeyek rêzgirtin hat destpêkirin. Piştî rêzgirtinê hevalê wî yê xebatê Ehmed Nêrwehî axivî.

Ehmed Nêrwehî di kesayeta Şehîd Reşîd de hemû şehîdên Kurdistanê bîranî û wiha got: “Hevalê Reşîd hevalekî dilnizim û di aliyê hevrêtiya rast de, hem di aliyê derdorê xwe de hevalekî mînak bû. Helbet yekî wek hevalê Reşîd ku heskiriyê welatê xwe, ji nav me çûyîna wî em pê gelek xemgînin, lê ev rê li pêşiya me hemûyane. Yê ku mirova nikare tu çareyê jêre bibîne mirin, lê ya girîng ewe ku li pey mirov de çi tê dîtine. Hevalê Reşîd li pey xwe de mirovahî, heskirin, ji bo vê jî em çiqasî bêjin em nikarin keda hevalê Reşîd bînin ser ziman. Ji ber ku hevalê Reşît bi tu awayî xwe ji sekna welatparêziyê neda paş. Erkê ku diket li ser milê wî, tu carî xwe jê nedida paş, tu carî nexweşiya xwe ji karê xwe re nedikir astengî. Her tim berjewendiyên netewî li pêşiya nexweşî û berjewendiyên malbatî dida pêş. Li ser vî bingehî em dibêjin destpêkê serê Rêbertî, malbatê û mirovahiyê saxbe.”

Li ser navê malbatê Tofîq Roboskî axivî û despêkê xêrhatina xelkê amade kir û wiha axivî; “Em çiqasî bêjin em nikarin bi gotinan ked û sekna wî bînin ziman. Em spasiya hemû sazî û xelkê xwe yê wargehê dikin ku ev çend rojin em bi tenê nehiştine û xema me parvekirine. Em jî dibêjin destpêkê serê Serokatî, gerîlayên serê çiya û gelê bi Kurd yê xwedî şeref saxbe.”

Her wiha hevjîna Şehîd Reşîd, Eyşê jî xêrhatina hemû xelkê wargehê kir ku ev sê rojin ew bi tenê nehiştine û xema wan parve kiriye.

Li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan Mamoste Huseyîn Kara jî sersaxî li malbata şehîd û tevahî xelkê amade da û wiha axivî; “Şehîd rûmeta me ne, şehîd nirxên me yên herî pîrozin. Em xeta xwe ya rast bi şehîdan dizanin. Hevalê Reşîd 27 salan li dijî dagirkerî, faşîzim û neheqiyê tekoşîn meşand. Di vê rêya berxwedanê de penaber bû welatê xwe, axa xwe terk kir, bi malbat, nas, dost û gundiyên xwe ve ji bo teslîmiyet, xiyanet û bêmafiyê qebûl nekin ev rêya zor û zehmet hilbijart. Di vê rêya rûmetê de gihişt asta şehadetê. Şehîd Reşîd di Warheha Şehîd Rûstem Cûdî de kesayetek mînak bû, hem di aliyê xwe yê mirovî de, hem di aliyê erkên xwe de û hem jî girêdana xwe ya bi Rêber Apo û şehîdan re. Kesayetên wiha ji nav me çûyîn, helbete cihek yê dilxemiyê ye, em pê xemgînin lê li aliyê din jî hevalê Reşîd di vê rêya pîroz de çûye, ev jî di serî de ji bo malbatê û ji bo Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî serbilindiyeke. Bi vê boneyê em soz didin emê şopdarê rêya wan bin û xiyanetê li rêya wan nekin. Em jî dibêjin bila serê Rêbertiya me, serê gerîlayên me, serê girtiyên zindanan û hemû gelê welatparêz, malbata hêja û tevahî xelkê wargeha Mexmûrê saxbe.”

Merasîm bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ ‘Şehîd Namirin’ bidawî bû.

Piştî merasîmê xelkê wargehê berê xwe dan konê sersaxiyê yê ji bo Şehîd Reşîd Roboskî hatiye vedan.

Yorum Gönder

0 Yorumlar