Ticker

10/recent/ticker-posts

Çalakiya Nobetê ya li Mexmûrê bi koma 34’an didome

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Mexmûrê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, di roja 169’an de bi koma 34’an didome.

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, di roja 169’an de bi koma 34’an didome.

Merasîma dewrkirina koma çalakiyê bi kombûna çalakvanan û xelkê wargehê ya li Saziya Ciwanan bi deqeyek rêzgirtinê ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 33’yemîn Seedî Aloşî axivî.

Seedî Aloşî di destpêka axaftinên xwe de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tundî şermezar kir û wiha got; “Em bang li hemû kesên ku dibêjin em mafê mirovan diparêzin dikin ku li Rêbertiya me xwedî derbikeve û Serokê me ji bin vê tecrîdê derbixin. Em azadiya fîzîkî ya Serokê xwe dixwazin û em serkeftinê ji hemû gelê Kurd yê bindest re dixwazin.”

Çalakiya Nobetê bi dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’, ‘Bijî Serok Apo’ çalakî dewrî koma 34’an hate kirin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar