Ticker

10/recent/ticker-posts

Xwendevanên Peymangeha Şehîd Kerîm Kato tecrîda li ser Rêber Ocalan şermezar kirin

Xwendevanên Peymangeha Şehîd Kerîm Kato ya li Wargeha Penaberan a Mexmûrê, bi daxuyaniyekî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tûndî şermezarkirin û bang kirin da ku demildest tecrîd bê rakirin.

Xwendevanên Peymangeha Şehîd Kerîm Kato ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi daxuyaniyekê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tûndî şermezarkirin.

Daxuyanî li ber derê Peymangeha Şehîd Kerîm Kato, bi tevlîbûna dehan xwendevan û mamostayên peymangehê û bi deqeyek rêzgirtin destpêkir. Piştî rêzgirtinê, daxuyanî ji aliyê xwendevana peymangehê Şîlan Bîlen ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye: “Rêber APO ne keseke ew gel, netew û fikrekî gerdûnî ye. Di vê wateyê de azadiya fizîkî ya Rêber Apo, azadiya jin, ciwan û gelane. Di heman demê de xilasiya xwezayê ji bin nîrê koletiyê ye. Di kesyeta Rêber Apo de netewek tê tecrîdkirin. Wek tê zanîn Rêberê me di encama komployek navdewletî de hat girtin û radestî dewleta Tirk ya faşîst hatiye kirin.

Ev 33 heyvin ne parêzer, ne malbat û ne jî saziyên din, nikarin hevdîtinekî pêk bînin. Ti agahî ji Rêberê me nayê standin. Em ji rewşa Rêber Apo bi gUmanin. Em weke Peymangeha Şehîd Kerîm Kato, Rêber Apo vîn û hebûna xwe dibînin. Weke ciwanên penaber, azadiya me bi azadiya fizîkî ya Rêberê me ve girêdayî ye. Daxwaza me jî we ewe ku ji bo em bikaribim li ser xaka xwe azad jiyanbikim, dawî li penabertiya me bê, divê Rêber Apo di aliyê fizîkî de azad bibe.

Em dixwazin pîvanên hûqûqî û li gor zagonan bên pêkanîn. Divê Rêberê me ji mafê hêviyê sûd werbigire. Bi qasî hêzên komploger, CPT jî berpirsyare û divê demildest hevdîtin bên kirin. CPT bila karê xwe bike. Daxwaza me ewe ku di demekî nêz de dawî li vê tecrîdê bê. Weke peymangeh armanca me ya sereke azadiya Rêberê me ye.”

Piştî daxuyaniyê dirşuşmeya ‘Bijî Serok Apo’ hat berzkirin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar