Ticker

10/recent/ticker-posts

Rizgar Adanmiş li ser gora xwe hat bi bîranîn

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê rojnamevan Rizgar Adanmiş ji aliyê hempîşe û komînên semtan ve li ser gora xwe hat bibîranîn.


Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Hawar ANHA’yê Rizgar Adanmiş ku di 12’ê Kanuna 2017’an de, di encama êrişek ya çeteyên DAIŞ’ê de li gel du hevalên xwe birîndar bibû û piştre di 18’ê Kanuna 2017’an de şehîd bibû, ji aliyê hempîşe û komînên sematan ve li ser gora xwe hat bibîranîn.

Merasîma biranînê bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên têkoşîna azadiyê Kurdistanê li ser gora şehîd Rizgar Adanmiş hat destpêkirin. Piştî rêzgirtinê Rojnamevan Jiyan Pîran axivî.

Jiyan Pîran di destpêka axaftina xwe de hemû şehîdên azadiya Kurdistanê bi bîranî û wiha got: “Em îro di salvegera şehadeta Şehîd Rizgar de li ser gora wê kom bûne. Em di keseyeta şehîd Rizgar de hemû şehîdên çapemeniya azad bi bîrtînîn û soza şopandina rêya wan didîn. Em wek hevrêyên şehîd Rizgar soz didin ku emê li ser rêya heqîqetê kar û xebatên xwe bidin domandin. Şehîdên me bêmirinin û emê ti cana wan nedin ji bîr kirin.”

Merasîm di rûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.

Hêjayî gotinê ye di 12′ê Cotmeha 2017′an, dema ku komeke sivîl ji herêmên di bin kontrola DAIŞ′ê de ber bi herêmên ku QSD′ê rizgar kirin ve direviyan, çeteyên DAIŞ′ê li ser rêya Xurafî (Hesekê-Dêrazorê) du erebeyên bombebarkirî di nav wan de teqandin. Di encamê de ji nûçegihanên Ajansa Nûçeyan a ANHA’yê Dilîşan Îbiş û Hogir Mihemed şehîd bûn, Rizgar Deniz jî bi giranî birîndar bûn, li nexweşxaneyên Hesekê, piştre jî li nexweşxaneyên Qamişloyê, herî dawî li Şamê tedawî dibû. Tevî hemû hewldanên bijîşkan jî Rizgar Deniz 18′ê Kanûnê tev li karwanên nemiran bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar