Ticker

10/recent/ticker-posts

Çalakiya Nobetê ya Mexmûrê 149 roj li pey xwe hişt

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ku ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja 149’an de didome.

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmehê de ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja 149’an de bi koma 30’emîn didome.

Merasîma dewrkirinê li Saziya Ciwanan ya Mexmûrê bi kombûna çalakvan û xelkê wargehê bi deqeyek rêzgirtina ji bo tevahî şehîdên azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 29’emîn  Nalîn Gokalp axivî.

 

Nalîn Gokalp di destpêka axaftina xwe de pitşgiriya gelê Mexmûrê ya bi çalakvanên girtîgehê re dan nîşandan û got: “Em tecrîda li ser Rêber Apo bi tûndî şermezar dikin. Ti mafê girtiyan nayê parastin. Erdheja ku li Girava Îmraliyê pêk hatî, em xistin metirsiyê. Ji bo wê divê demildest tecrîd bê şikandin û Rêber Apo bi fizîkî bê azadkirin. Rêber Apo vîna me ye. Banga min ji tevahî ciwan û jinên ciwan re ewe ku tevlî çalakiyan bibin da ku em Rêberê xwe ji bin wê zilmê derbixin.”

Piştî axaftinê dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî Berxwedana Îmralî hatin berzkirin. Her wiha çalakî dewrî koma nû ya 30’emîn hate kirin.

Piştî wê, bi boneya “Roja Pirtûkan a Abdullah Ocalan a Cîhanê” pirtûkên Rêber Apo hatin xwendin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar