Ticker

10/recent/ticker-posts

Çalakiya Nobetê ya Mexmûrê bi koma 31’emîn didome

Çalakiya Nobetê ya ku li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo hatibû destpêkiribû, bi koma 31’emîn didome.

Çalakiya Nobetê ya ku li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo hatibû destpêkiribû, bi koma 31’emîn didome.

Merasîma dewirgirtinê bi deqeyek rêzgirtinê ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 30’emîn Qedrî Şirîşeyî axivî.

Qedrî Şirîşeyî di destpêka axaftina xwe de tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tundî şermezar kir û wiha got: “Ev tecrîda ku li ser Rêbertiya me, veguheriye li ser tevahî gelê Kurdistan û mirovahiyê. Armanca me ewe ku em vê tecrîdê bişkênin û Rêbertiya xwe bi awayek fîzîkî azad bikin. Tekoşîna 25 salan ya Rêbertiya me gihiştiye asta herî jor ku mohra xwe li sedsalê daye. Mirov dikare bêje bi esareta xwe ya bîst û pênc salan bandorek mezin li raya giştî ya cîhanî kir û gel li hemû parzemînên cîhanê daketin qadan û pêngava azadî ji bo Rêbertî û çareserî ji bo Kurdistan dan destpêkirin.”

Di dewamê de Şirîşeyî got; “Em jî wek civaka wargehê me xwe tevlî vê pêvajoyê kiriye. Herwiha em dixwazin pêşengtî ji vê pêngavê re bikin. Baweriya me wisa ye ku wê ev pêngav bi serbikeve. Ji ber ku Rêbertiya me dibêje bawerî nîvê pêkanînê ye. Em di wê bawerî, hêz û îradeyê de ne ku emê bikaribin vê tecrîdê bişkênin. Ji bo vê yekê heta dawî em ji vê dozê bawerin, heta dilopa xwîna xwe ya dawî jî em gav di paşde na avêjin û heta ku em Rêbertî azad nekin emê di nava liv û tevgerê de bin.”

Koma 31’emîn çalakî bi dirûşmeyêm ‘Bijî Serok Apo’ , ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ dewr girt.

Yorum Gönder

0 Yorumlar