Meclisa Gel ya Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi peyamekî nivîskî serkeftina namzetê PADÊ û Rêveberiya Xweser ya Şengalê a di hilbijartinên encûmenên parêzgehan de pîroz kir.
Li Iraqê di 18’yê mehê de hilbijartina encûmenên parêzgehên Iraqê çêbû. Bi taybet çav li ser Kerkûk û Nînovayê bû, di encama hilbijartinan de namzetê PADÊ Qasim Keşko jî bi serket. Piştî serkeftina Qasim Keşko ya di hilbijartinê de, li gelek herêmên Şengalê şahî hatin lidarixstin.M
eclisa Gel a Wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi peyamekî nivîskî serkeftina namzetê PADÊ û Rêveberiya Xweser ya Şengalê Qasim Keşko pîroz kir.
Peyam wiha ye:
“Em serkeftina Şengalê pîroz dikin. Yekane rêya xwe parastinê îradebuyîne. Civaka Êzîdî piştî fermana 74’an bi xweseriya Demokratîk birînên xwe pêçan, hêza xwe ya civakî û leşkerî avakirin û bi vê re karîn bibin xwedî îrade û êdî li hemberî hemu êrîşan bi hêza xwe ya cewherî xwe biparêzin. Bi vê pêngavê re, ji gel û civakên bê parastina cewherîne, bune mînekek dîrokî.
Di nava 9 salan de gelek bedelên giran dan û gelek destkeftiyên girîng bi dest xistin, serkeftina vê hilbijartinê jî yek ji wan destkeftinane. Gelê Şengalê di vê hilbijartinê de îrade û hêza xwe rêvebirinê danî holê û di hilbijartinê de dengê xwe dan xwe. Di kesayeta rêzdar Qasim Keşko de em hemu gelê Şengalê silav û pîrozdikin, bi hêviya pêşerojek azad û aram serkeftinê dixwazin.”
0 Yorumlar