Ticker

10/recent/ticker-posts

Bi hezaran Evîn bûn, evîndarê axa welatê xwe


Jiyan Pîran

Pêngavên destpêkê yên Rêber Apo di salên 1973’an de avêtî li giştî Kurdistanên pêvajoyek nû ya jiyanê da destpê kirin. Niha ne tenê li Kurdistanê li tevayî Rojhilata Navîn û cîhanê bandorek mezin li ser hişmendiya mirovan çêdike. Ev têkoşîna mîna baranê rûyê axa Kurdistanê ji gemarî, bêdengî, xiyanet, namertiyê şuşt û bû ronahiya rojên tarî.

Li ser vê axê taybet li ser axa Botanê bi hezaran keç û xortên negihayî tiliyên xwe bi xwîna xwe hene kirin û bûn bûk û zavayên azadiyê. Ne Evînek belkû bi hezaran Evîn bûn evîndarê axa welatê xwe û ji bo azadiya welatê xwe soza berxwedan û têkoşînê dan. Di vê şoreşê de zarokên Botanê mîna Botanê bi heybet, xwe ragir û serhdilêrin. Dema em ji gotina ‘Her giya li ser koka xwe şîn dibe’ bikevin rê, emê xwe bigihînîn heqîqet û têkoşîna zarokên vî welatî ku ewqas bedew û bêhempa ne. Hevrê Evîn jî yek ji jinên berxwedêr ê têkoşîna azadiyê bû ku li ser bingehê bedewbûna Botanê mezin bibû.

Evîn Goyî di sala 1974’an de li Gundê Hilal yê girêdayî Navçeya Qilabanê yê bajarê Şîrnexê çavê xwe li jiyanê vedike. Navê wê dikin Emîne. Ji ber ku herêma Botanê di aliyê dewletê de xwedî helwestek diyar bû, gelek kêm ji polîtîkayên dijmin yên înkar û bişaftinê bandor bibûn. Gelek girîngî didan parastina çand û edetên xwe. Ev yek jî wan hîn zêdetir bi ax û welatê wan ve girêdan. Bingehek li ser heskirina axê di her ferdekê xwe de dabûn afirandin. Ev taybetmendiyên herêma Botanê di zarokatiyê de derdiketin pêş. Hevala Evîn li ser vê çandê di nava malbat û derdorê xwe de mezin dibû û bi vê çandê têşe dida jiyana xwe.

‘Gav bi gav ber bi şoreşa azadiyê ve diçe’

Hevala Evîn di nava malbat û civakek welatparêz de zarokatiyek bedew li zozanên herêma xwe jiyan dikir. Di her helwestek yê xwe de, kêrhatin û qabilyeta berxwedêr ya jinên Botanê radixist berçavan. Zarokek jîr û serhildêr bû. Ji ber vê taybetmendiya xwe ji aliyê herkesê ve di hat heskirin. Di 7 saliya xwe de li gundê Hilalê dest bi xwedina dibistana sertayî dike. Di wan deman de li gund liv û tevgera gerîlayên azadiyê ku di wê pêvajoyê de jêre di gotin ‘Apocî û Telebe’ hêdî hêdî destpê dikir. Piştî şerê çekdarî heskirin û naskirina gerîlayên azadiyê pêş diket. Ev hişmendî bi dehan ciwanên gund bandor dikir û beşdarî nava refên vê têkoşîna li Botanê bi taybet li gundê Hilal destpê dike. Ev guhertin û veguhertinên dihatin jiyîn, bandoriyek mezin li ser şêwaz û daxwazên jiyana hevrê Evîn çêdikir. Bi taybetî ji êrişên li ser gund, bandorek mezin li ser kesayetiya wê dide çêkirin. Wek her zarokek ya Botanê di himbêza xwezaya Botanê ya mîna bihûştê de gav bi gav ber bi şoreşa azadiyê ve diçû. Bi dîtina hevalê Egîd re lêgerîna wê encam digire û êdî biryara tevlîbûnê dide.

‘Ew ji bo me efsaneyek bû’

Dema dibistana navî dixwend di sala 1990’an de biryara beşdarbûna nava têkoşînê dide. Piştî beşdarbûnê, êrişên dijmin li ser malbatê zêdetir dibe. Hevala Evîn mîna helbestekê xwe jinûve diafirand. Bawerî, hêz, îradeya jinên Botanê ya ku hevala Evîn li ser mezin bûyî di nava têkoîşîna azadiya Kurdistanê de xwedigihîne lûtkeya hêza jina Kurd. Pêl bi pêl hestên azadiyê di nava jinên têkoşer de belav dike. Hevala Evîn di nava refên têkoşînê de azweriya xwe ya jiyanê hîn mezintir dike û dibe yek ji jinên pêşeng yên têkoşîna azadiya Kurdistanê. Mîna ku hevala Evîn, hevala Sara pênase dike ku dibêje: “Ew ji bo me efsaneyek bû.” Ew jî li ser rêya Sarayan bû efsaneyek ji bo jinên têkoşer yên li pey heqîqetê ketî.

Li Botanê dest bi jiyan xwe ya têkoşîna azadiya Kurdistanê dike û ji bo perwerdeya şervanên nû derbazî Heftenînê anku Başûrê Kurdistanê dibe. Di perwerdeya şervanê nû de tecrûbeyek mezin ya şer û têkoşînê bi dest dixe. Ji bo ku tecrûbeyên xwe jiyanî bike berê xwe dide herêma Botanê. Li Botanê wek jinek pêşeng yê vê têkoşînê di eniyên pêş de li dijî dagirkeriyê şer dike. Bi hêz û baweriyek mezintir ya jiyanê ji wir jî berê xwe dide Zapê, li Zapê li gel komek hevalên jin li dijî şerê xiyanetê têdikoşin. Roj bi roj di nava refên gerîlayan de ber bi pêşve diçû û xwe digihîn asta fermandaretiya. Lê vê yekê ji bo xwe û pêşketina xwe ya di nava vê têkoşînê de bes nabîne. Ji bo ku li ser bingihê PKK bûyînê xwe xurtir bike, dibe xwedî şansê Serokatî dîtinê. Di salên 1997 û 1998’an ya rêwîtiya têkoşîna xwe de derbazî sahaya Serokatî dibe û li wir perwerdeya îdolojî dibîn. Bi vê perwerdê xetek nû ya berxwedana li dijî dagirkeriyê bi destdixe û vê xeta berxwedanê di hemû kêliyên têkoşîna xwe de jiyanî dike. Bi zanabûna îdolojî û leşkerî ya ji Perwerdeya Serokatî gire, berê xwe dide warê lê mezin bûyî. Vê carê ne wek şervanek nû wek fermandarek berê xwe dide Botanê û li ser bingihê xurt kirina têkoşîna azadiya jinê têkoşîna xwe digihîne asta Sara, Zîlan û Besê’yan.

‘Rolê pêşeng yê jinên Kurd dide ser milê xwe’

Li hemû qûntarên Botanê li dijî dagirkeran têkoşîn dike û ber bi Zagros, Herekol, Heftenîn, Qendîl û Metînayê ve birê dikeve. Di her qadek ya şer de baweriya bi têkoşînê mezintir û xurtir dib û li ser vê bingihê rê dide jiyana xwe. Bi vê baweriyê di destpêkirina şoreşa Rojava yê Kurdistanê de berê xwe dide Rojava. Li wir di sazûmankirina sîstema netewa demokratîk de rolê pêşeng yê jinên Kurd dide ser milên xwe. Bi bîr û baweriya jina azad û Kurdistanek azad di hemû kêliyên jiyana xwe de berxwedana xwe mezin dike. Ji Reqa heta Şengalê di hemû herêman de li hemberî çeteyên DAIŞ’ê şer dike. Bi dirêjiya 34 salan têkoşîna xwe li ser xeta jina azad û Kurdistanek azad de dide meşandin. Li Qamişlo di êrişek ya DAIŞ’ê de birîndar dibe û ji bo tedawiya pêwîst bibîne berê xwe dide welatê Firansa yê.

Li gel dîtina tedawiyê, li Parîsê dubare dest bi xebatan dike û bi berdewam hewla yekgirtin û yekbûna gelê Kurd dide. Lê di 23’yê Kanûnê de di dema amadekarî ji bo 10. salvegera Komkujiya Parîsê ya di sala 2013’yan de, dubare li heman bajarî çekdarek êrişî Navenda Çanda Kurd ya Ahmet Kaya kir. Di encamê de du welatparêzên din û Evîn Goyî bi komployekê tên qetilkirin.

Di hemû pêvajoyên şoreşa azadiya Kurd û Kurdistanên de jinên pêşeng yên ku xwestin li pey heqîqeta jiyana jinê bikevin hatin armanckirin û di her kêliyê de jî tên armanckirin. Li ser vê bingihê, komploya Parîsê ya 2013 û ya 2022’an hat pêkanîn. Hêza jinên têkoşer ya li hemberî tang û topên dijmin li berxwedidin hemû komployên li ser armanca tunekirina hêza jinê tên pêkanîn valaderxistin û nehêlan ku tu caran ev hêz bigihin armancên xwe.

Yorum Gönder

0 Yorumlar