Ticker

10/recent/ticker-posts

SEDSALIYA KOMARÊ Û KONFERANSA DBP’Ê

Komara Tirkiyeyê, piştî “Şerê Rizgariyê” ku Kurd û Tirkan bi hev re dan, di 29’ê Cotmeha 1923’an de hat îlankirin. Di 29’ê Cotmeha 2023’an de sed sal bi ser damezirandina Komarê re derbas bû û duyemîn sedsala Komarê destpêkir. Hefteyek beriya salvegera damezirandina Komarê û hefteyek piştî salvegera damezirandina Komarê, li ser ekranên televîzyonên Tirkiyeyê bi demjimêran pesinê Komarê hat dayîn. Her wiha bi rojan jî propagandaya AKP’ê ya hilbijartinê weke ya dewletê hat kirin.

AKP-MHP’ê partiyên muxalefeta Tirkiyeyê jî tevlî koroya xwe ya pesindayînê kirin û bi gotinan salvegera sedemîn damezirandina Komarê pîroz kirin. Weke ku di sed salan de Komar bi her tiştê xwe xweş û baş bûye. Yek ji wan jî bi şaşîtî negot “Rast e em îro sedemîn salvegera damezirandina Komarê pîroz dikin, lê di sed salan de gelek tiştên ku diviya ji bo mirovahiyê neqewimiyan qewimîn.”

Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ku li Meclisê siyaset û bi hemû gelên Tirkiyeyê re nûnertiya gelê Kurd dike, li dijî vê rûreşiya “siyaseta Tirk” derket û rastiyên 100 salên Komarê yek bi yek raxistin ber çavan. Ji parlamenteran Sirri Sakik, bi rêbazeke gelek xweş komkujiyên Komarê vegot. Sakik, di serî de gelê Kurd neheqî û komkujiyên ku li gelên Tirkiyeyê hatibûn kirin, di rûloyek kaxiz de nivîsand û yek bi yek rêz kir.

Ev rastî gelek li zora AKP-MHP’ê û partiyên muxalefeta Tirkiyeyê çû. Jixwe ji ber rastî li zora wan û partî û tevgerên beriya wan çûye 100 sal in Komarê bi komkujiyan derbas bûye. Heke wiha nebûya wê rojek li xwe arqiliyanû ev pirs ji xwe bikirana, ‘Ka em çi dikin? Çima em gel û baweriyan di qirkirinê re derbas dikin? Ma yekperestî ye, yan îslame ola me?’ Ji bertekên îro diyar e ku hê jî li xwe ne arqilî ne û di înkar û tunekirinê de bi israrin.

Çêra ku ji aliyê Serokwekîlê Meclisê yê MHP’ê Celal Adan ve hat kirin û ji aliyê Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî ve lê xwedî hat derketin rastiyeke Komarê ye. Divê ku herkes vê rastiyê qebûl bike û li gorî reng bide têkoşîna xwe. Li ser vî bingehî divê têkoşîna siyasî ya gelê Kurd bê xurtkirin û ji bo têkbirina hişmendiya çêrker şert û merc bên avakirin. Heke na, ev neyê kirin wê hê gelek çêr bên kirin û siyasetmedarên çêrker ji çêrên xwe “nan” bixwin. Ev nan dema ku di gewriya çêrkeran de bê hiştin wê têkoşîna siyasî bigihîje armanca xwe û ji bo gelan şert û mercên pêşerojeke azad bê afirandin.

Li gorî min di 5’ê Mijdarê de li Amedê bi rêbazeke nû û kêrhatî bersiva vê hişmendiyê hat dayîn. Belê ez qala Konferansa ku Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi dûrişmeya “Em ê bi civaka rexistinbûyî jiyana azad ava bikin” lidarxist dikim. Tevlî vê konferansê bûm û min ji nêz ve şopand. Bi qasî ku min şopand DBP’ê li gorî ruhê demê li Amedê konferansek lidarxist. Konferansa DBP’ê bi Kurdî destpê kir û heta kêliyên dawîn jî bi Kurdî berdewam kir.

Ji hevserokên giştî yên DBP’ê bigire heta mêvanên axivîn hemûyan axaftina xwe bi Kurdî kirin û di serî de dayîk dilê hemû beşdarên konferansê bi vê helwesta xwe şakirin. Di vê pêvajoyê de tişta pêwîst ewe ku partî û tevgerên Kurdan li gorî ruhê serdemê tevbigerin û bersiv bidin daxwaza şopînerên xwe. Li dilê Kurdistanê Amedê, qet pêwîst nake ku tevgereke Kurd bernameyên xwe bi Tirkî lidarbixe.

Di heman demê de hemû axaftvanan di axaftinên xwe de bal kişandin ser rol û mîsyona Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a çareseriyê û parastina paradîgmaya ku Ocalan ji bo çareseriyê pêşxistiye. Ji bo çareseriyê li ser xurtkirina pergala Konfederalîzma Demokratîk û nasîna statuya Kurdistanê hat rawestandin. Di heman çarçoveyê de qala defikên pergala netew-dewlet û banga terikandina vê pergalê hat kirin. Li ser heman esasî ji bo çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn jî pêşniyara Konfederalîzma Demokratîk hat kirin.

Heke bi vê rê û rêbazê têkoşîna siyasî bê dayîn, wê teqez rê li ber serkeftina gelê Kurd vebibe. Bi vê rêvekirinê re wê hişmendiya çêrker ku dixwaze zimanê Kurdan ji Kurdan bide jibîrkirin û li ser vê sûcdariyan li nûnerên gelê Kurd bike têk biçe. Ji vê demjimêrê û şûn ve herkesê ji doza gelê Kurd a ji bo azadiya Kurdistanê û demokratîkbûna Tirkiyeyê bawer dike, ferzeke ku tevlî têkoşînê bibe û ji  bo doza jê bawere kevirek bide ser kevirekî.

Kadrî Esen

Yorum Gönder

0 Yorumlar