Ticker

10/recent/ticker-posts

Epîstemolojî Çiye?

 

Bersivên Gel:

-Lêkolinkirina zanistê ye.

-Felsefeya zanistê ye.

-Lêgera heqîqetê ye.

-Li gorî Epîstemolojî zanîn tê guhertin.

-Bi guman nêzî zanist bûyînê ye.

-Lêpirsîna zanist û çavkaniya wê ye.

-Xwe gihandina heqîqeta zanistê ye.

-Di zanista heyî de guman çêkirine.

Epîstemolojî yek ji beşên felsefeyê ye. Li ser wate û bingeha zanînê lêkolîn dike. Zimannas jî ji epîstemolojiyê sûdwerdigirin. Epîstemolojî, li bersiva pirsên wek ‘Cudahiya di navbera obje û subje de heye, gelo ew cudahî meşrû ye, yan na? Gelo, zanîn heye yan na? Bi rastî jî, zanîn dikare zanîna obje bide me, yan na? Gelo, mirov dikare qala zanînê bike?’ digere û dixwaze van bersivan bibîne. Peyvên wek rastî, mîsogerî, eşkere, ceribandin, aqil û hiş lêkolîndîke û dixwaze di derbarê wan de agahiyên rast rabixe berçavan. Epîstemolojî bineşaxa felsefê ya di serdema nûjen de derketiye holê. Ji dema derketina holê ya felsefê heta dawiya serdema Navîn ji zanînê re pirsgirêkek nehatiye dîtin. Fîlozofan heyîn û zanîn ji xwe re wek mijar hilbijartin û li ser rastiya wê lêgerîn kirine. Hebûn an jî tunebûna zanînê an derfeta gihîjtina zanînê, ji wan re nebûye pirsgirêk û li ser nesekinîne. Ji ber ku zanîn bi saya dîn, irf, adetan û mîtolojiyan hate şirovekirin û di bingeh de hatine meşrû kirin. Mînak: Fîlozofên di serdema Navîn de bigota ‘Xwidê, yeke dikare bi hemû objeyan bizanibe’ bê guman wî/ê dikaribû di pirtûkên pîroz de jî ji vê gotina xwe re bingehekê bidîta û bi ramanên civakê re li hev bihata. Lê belê, di serdema nûjen de ev dîmen, bi temamî hatiye guherîn. Bi taybetî, fîlozof û zanyarên wek Kepler, Kopernîk û Descartes bi kêmbûna tesîra dîn re, zanîst ji xwe re kirine mijar. Êdî ew zemînên dîn, mîteolojî, irf û adetên civakê meşrû bûna xwe winda kiriye û di dawiyê de jî, ji holê radibûn. Aqil, hêdî hêdî dibû tekane desthilatdar û ev yek jî bi xwe re pirsgirêk derdixist holê. Ji ber ku mîsogerî û rastkirinê, bi xwe re di anî û têgihên navborî yên di qada felsefê de dibûne pirsgirêkên serekî. Dema aqil û zanistê cihê desthilatiyê girtin, çend pirsên li jêr dikevin rojeva felsefê. ‘Gelo zanîn pêkan e, yan na? Dema em behsa zanîna tiştekî dikin, gelo mebesta me çiye? Em ê çawa pê bizanibin bê ka zanîna tiştên em pê zanin raste yan na? Gelo, aqil dikare bigihêje zanista obje? Ger sînorên zanîna obje be, gelo ev sînor çine?’ Epîstemolojî pirsên bi vî rengî ji xwe re dike mijar. Epîstemolojî ji du peyvên hevgirtî pêk tê. Peyva ‘Epîstem’ Zanîn­ û ‘Logosê’ Zanîst e, yanî dibe Zanîna zanistê. Bi wateyek din jî Epîsteme, ew zanîna ku mirov nikare jê bikeve şikê yan jî jê dudil bibe. Peyva Epîsteme bi taybet ji aliyê Platon ve hatiye bikaranîn. Platon peyva epîsteme ji peyva şikê (doxa) serbixwe dîtiye û wiha jî bikaraniye. Platon peyva Epîstemeyê di rêya lêgerîna zanîneke rast û mîsoger de zanîna Bîrkarî û Geometrî ku nikarin ji aliyê aqil ve werin înkarkirin hişê xwe rizgar kirine, derxistiye pêş. Nexwe, hê ji destpêkê ve mîsogerî armancekê felsefê bûye ku dixwest xwe bigihîne wê. Bê guman lêgerîna mîsogeriyê jî, bi xwe re pirsa ‘Gelo zanîna ne mîsoger jî hene?’ aniye bîra mirovan. Ango, şik û şikwerî, li ser kar e. Platon û gelek fîlozofên din ên piştî Platon hatine, xwestine xwe bigihînin wê mîsogeriyê. Lê belê mirov dikare bi hêsanî bibêje ku bidestxistina zanînê mîsoger karekî gelek zehmet e. Lewra di mijarên gerdûn, exlaq, heyîn û hunerê de hilberandina zanînê ne hêsan e. Lê belê di jiyana me ya rojane de hinek zanînên me hene û em dizanin ku ew bi kêrî me tên û sûdmendin. Mînak: Em pê dizanin ku dema me sîsikek ya dara hinarê li bostanê xwe çand û li gorî tê xwestin avdan, wê darek ya hinaran jê bibişkive. Lê belê hevalekî me dikare bibêje ‘Gelo hûn ji ku dizanin ku ev dara hinarê ye?’ û ‘Gelo hûn dizanin ku kakilê dara hinarê çiye?’ û gelek pirsên bi vî rengî bikin. Ji ber ku zanîn û zanîsta îro ji bo ku ji bo xwe karek peyda bike, hertiştî lêkolîn û lêgerîn dike. Hinek zanînên ku tê guhertin hene û nihek li ser zanîna heyî tên berdewam kirin. Hertiş di nava gumanê de hêlan, mejî û hişmendiya kes şêlu dike. Ev jî ji bo desthilatdaran dibe sedemek din ya xwe mezin kirinê. Lê pêwîste her zanîn li gor hebûna heyî were destgirtin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar