Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê 13. Konferansa Meclîsa Îştar bi şîara ‘Bi jina azad re ber bi pêşerojek azad bimeşin’ hat lidarxistin.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê 13. Konferansa Meclîsa Îştar bi şîara ‘Bi jina azad re ber bi pêşerojek azad bimeşin’ hat lidarxistin.
Konferansê bi beşdarbûna 300 delegeyan, bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê destpê kir. Konferansa Meslîsa Îştar li avahiya Mala Gel, 3’ê rojan domand. Salona konferansê bi wêneyên şehîdên jin yên pêşeng, her wiha bi dûvîzên ‘Bi Ruhê Zap, Avaşîn, û Metîna li berxwe bidin û xwe bigihînin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo’ û ‘Bi serxistina şoreşa jinê emê Îmralî hilweşînin, azadiya gelan mîsoger bikin’ hatibû xemilandin. Ev Konferans diyarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Şehîd Evîn Goyî, Raperîn Amet û Axîn Mûş hat kirin. Axaftina vekirinê ji aliyê Endama Kordînasyona Meclîsa Îştar Pakîstan Bîlen ve hat kirin.
Pakîstan Bîlen di destpêka axaftina xwe de 13. Konferansa Meclîsa Îştar di serî de li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Şehîdan, şervanên azadiyê û tevahî gelê Kurd pîroz kir û wiha got: “Em hîvîdarin ku ev konferans bibe wesîleya li ser jiyanekî rast em hemû jinên wargehê bikaribin xwe ji nûve avabikin û rêxistin bikin ku em bikaribin bi pêvajoyê re hîn zêdetir bibin yek. Rewşa ku îro tê jiyankirin dinya hemû şahidiya vêya dike, bitaybet li her cihê ku şer lê tê meşandin çi li Bakur, Rojava, Başûr yan Rojhilatê Kurdistanê be yanî li her cihê ku berxwedan lê heyî, li wêderê şer, komkujî, girtin û kuştin heye. Dema em vê rewşê digirin dest bi taybet sedsala 21’an ya ku em dibêjin pêşengtiya wê jin dike, li ser vî bingehî jin di hedefa dijmin de ye. Em di asta giştî de dibînin pêşengên me yên jin ku bi salane ked û xebatekê didin ku bikaribin vê civakê ji rewşa heyî derbixin û bigihînin astek ya zanabûnê dibin hedefa dijmin. Jin di her qada jiyanê de çi di civakê de be, çi jî di aliyê hişmendî de be li rastî hemû cûrên qetilkirinan tê. Bê gûman dema em van rewşan hemûyan digirin dest em dibînin kombûnên me yên bi vî rengî çiqasî girîngin. Em dûbare vê Konferansê li tevahî delegeyên amade û gelê Kurd yê welatparêz pîroz dikin.”
Piştî axaftina vekirinê perspektîfên Rêbertî, Rapora Meclîsa Îştar û ya Meclîsa Jinên Ciwan a du salan hatin xwendin û her wiha di konferansê de nirxandinên kar û xebatên du salên derbazbûyî û plansaziya du salên bê jî, hatin nirxandin. Bi wê ve girêdayî di konferansê de li ser şikandina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Rêbertî nirxandên bi nirx hatin kirin û rexne û rexnedayîn ji bo kêm û kurtiyên ku hatine jiyan kirin hatin dayîn.
Her wiha ji bo konferansa Meclîsa Îştar peyam ji saziyên wargehê û KJAR hat. Bi wê ve girêdayî hevpeyman û biryarnameya Meclîsa Îştarê bi erêkirina delegeyan re hat derbazkirin.
Axaftina girtinê ji aliyê cihgira Hevseroka Meclîsa Gel a wagehê, Sultan Yildiztan ve hat kirin.
Sultan Yildiztan destpêkê 13. Konferansa Meclîsa Îştar li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û delegeyan pîroz kir û wiha peyîvî: “Di pêvajoyek wiha de lidarxistina konferansek wiha wek Meclîsa Îştar ji bo me cihê serbilindiyê ye. Îro xebatên du salan hatin nirxandin û xebatên du salan hatin bidawî kirin, em bi hêvîne hevalên nû yên ku xebat dewir girtine wê xebatekî hîn baştir û hîn serkeftîtir bi meşînin.”
Endamên rêveberiya Meclîsa Îştar li beranberî çêkera heyî sond xwarin. Her wiha encamnameya konferansê hat xwendin û bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû

0 Yorumlar