Çalakvanên jin yên çalakiya nobetê ya li Wargeha Mexmûrê bang li jinan kirin da ku xwedî li Rêber Apo derbikevin û demildest tecrîda girankirî bişkînin û gotin: “Bila kes ne rûnin di mala xwe de, ne demê rûniştinêye dem dema fîzîkî azad kirina Rêbertiye. Çi dibe bila bibe heta azadiyê Rêbertî emê li ser lingan bin.”
Jiyan Pîran
Ji
bo şikandina tecrîda girankirî û fîzîkî azad kirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah
Ocalan, ji 20’ê Tîrmehê ve li Wargeha Penaberan a Mexmûrê çalakiya nobetê hatiye
destpê kirin. Çalakvanên jin yên di çalakiya nobetê de cih digirin ji rojnameya
me re axivîn û diyar kirin ku çawan Rêber Apo ji bo jinan têkoşîn kiriye,
pêwîste îro jin jî ji bo Rêber Apo têkoşînê bike.
‘Di bin tecrîtek girankirî de nayê girtin’
Gulîzar
Şirîşeyî di destpêka gotinên xwe de diyar kir ku tecrîda girankirî di kesayeta Rêberê
Gelê Kurd Abdulah Ocalan de li ser tevahî gelê Kurd tê pêkanîn û wiha got: “Ev
tecrîd di salên dawî de hîn zêdetir û girantir bû. Ev demek dirêje ku bi ti
şêweyî me agahî ji Rêberê xwe negirtiye. Şêniyên wargehê dem dem ji bo
şikandina vê tecrîdê çalakiyên wek meş, daxuyanî, greva birçîbûnê pêkanîne û
herî dawî ji li Saziya Malbatê Şehîdan çalekiya nobetê dane despêkirin. Wek jin
em bêhtir cihê xwe di vê çalekiyê de digirin, armanca vê çalekiyê bi dawîkirina
tecrîda girankirî ya ser Rêber Apo ye. Ti Rêberê ku pêşengtî ji civakê re dikin,
di bin tecrîtek girankirî de nayê girtin. Ji ber ku mafê gelên bindest di
parêze ew heqaretê li Rêbertiya me dikin. Yên ku xwe bi navê parastina mafê mirovan bi
nav dikin, ji Rêberê me re ker û kor e, xwe ji vê zilmê re bêdeng dikin. Wek
dayîkek ya şehîdan em bi ti şêwazê gav paşde na avêjin û dest ji vê dozê bernadin.
Rêbertî mafê jinê parast û got: ‘civak tenê bi yek şêweyî dikare xwe rêve bibe,
ew ji bi jina azad re’ û li dijî sîstema desthilatdariyê derket. Ji ber ku bi ti
şêwazî li hemberî wan desthilatdaran serî netewandiye, îro di bin tecrîtek
girankirî de ye. Mafê her girtiyekê heye ku hevdîtinê bi malbat û parêzerên xwe re pêkbîne. Em bang li hemû
jinên Kurd dikin ku hemû bi hev re rabin ser xwe û tecrîda girankirî bişkînin.”
‘Heta azadiya Rêbertî emê li ser lingan bin’
Çalakvana
bi navê Eyşê jî di destpêka axaftinên xwe de destnîşan kir ku divê demildest
gelê Kurd ji bo şikandina tecrîda girankirî rabe ser xwe û wiha pêde çû: “Rêbertî çavê hemû gelên
bindest vekir. Em wek gelên bindest yên ku azadiyê dixwazin qasî ji me tê emê
têkoşîna xwe bilind bikin û Rêbertiya xwe azad bikin. Di demê ku kesek navê
Kurdistanê ne di anî ziman, Rêbertî ew nav anî ziman. Ew îro ji ber me di
girtigehê de ye ji ber wê çi pêwîst bike divê em ji bo azadiya Rêbertiya xwe bikin. Heta em saxin
çi ji me bê xwastin emê bikin. Em bang li hemû gelê Kurd dikin ku bila kes ne rûne
di mala xwe de, ne demê rûniştinêye dem dema fîzîkî azad kirina Rêbertî ye. Çi
dibe bila bibe heta azadiya Rêbertî emê li ser lingan bin. Heta yek Kurd bimîne
jî wê ev doz berdewam bike.”
‘Têkoşînek pîroze’
Herî
dawî jî çalakvana bi navê Minewir Şirîşeyî jî bang li gelê Kurd kir ku xwedî li
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derbikevin û wiha anî ziman: “Têkoşîna
Rêbertiya me ya ku li grava Îmralî dide meşandin, têkoşînek pîroze. Ji bo ku em
jî bibin layîqê vê têkoşînê pêwîste em jî wek gelê Kurd xwedî îdeayên mezin yên
têkoşînê bin û di hemû kêliyên jiyanê de li ser lingan bin. Em bang li tevahî
jinên Kurd û cîhanê dikin ku xwedî li Rêber Apo derbivekin. Li Rêbertî xwedî
derketin li nasnama jinê xwedî derketin e.”



0 Yorumlar