Şandeyek ji Nûnertiya Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî serdana navenda Hizba Zehmetkêşên Kurdistan û Tevgera Goran ya li navçeya Mexmûrê kirin. Di serdanan de têkildarî rewşa Wargeha Mexmûr û hevgirtina netewî nîqaş hatine kirin.
Şandeyek ji Nûnertiya Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) serdana Hizba Zehmetkêşên Kurdistan û Tevgera Goran ya li navçeya Mexmûrê kirin.
Di serdana şandeya Wargeha Mexmûrê ya Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê de, berpirsê beşa Hewlêrê Şaxewan Evdila, û çend endamên din yên Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê amade bûn.
Her wisa di serdana Tevgera Goran de jî Berpirsê Tevgera Goran ya Navçeya Mexmûrê Îbrahîm Mihemed û endamên wê amade bûn û şandeya wargehê pêşwazî kirin.
Di serdanan de, li ser rewşa Wargeha Mexmûrê, pirsgirêkên ku tên jiyankirin û hevgirtina netewî hatin nîqaşkirin.

0 Yorumlar