Ticker

10/recent/ticker-posts

PAKREWANÊN ROJÊ:

 


Li himberî sîstema serdest ya mêrsalar ku xwe li ser jiyana jin farz dikir û fîkr û ramanê jinê yê ku di nav çar diwaran de zîncîr kiriye, li çiyayên azad tekoşînek bi berdelên giran dihat meşandin. Ev tekoşîn her ku diçû mezin dibû, şax dida û tovên xwe li cîhanê belavdikir. Jina ku di sîstema serdest de nikaribû bibûya xwdî îrade û bîryar, xilasiya xwe li çiyayên azad didîtin û berê xwd didan çiya. Di çiyayên azad de jin dibû xwedî vîn û têkoşîn. Yek ji van jinan jî ku ketibû pey azadiyê û dixwast li çiyayên azad têkoşînek bê hempa bimeşîne û tola koletiya hezar salan hilîne, rêheval Fadîle Yilmaz ango Jiyan Goyî bû ku di sala 1981 li gundê Kalhesin a girêdayî Qileban çavên xwe li cîhanê vekirî bû. Rêheval Jiyan di nav malbatek xwedî nîrxên welatparêz û têkoşînê mezin dibe. Malbata Heval Jiyan debara xwe li ser ajalvanî û bazirganiyê dabîn dikir. Ji ber van karan her çendî xwestaka heval Jiyan ji bo xwendinê hebe jî, lê malbat wê naşinîn dibistanê. Nexwandina heval Jiyan acizbûnek çêdike û di jiyanê de her tim bi lêv dike ku çima neşandine dibistanê. Dibêje, divê min bixwenda ji ber ku mirovek bixwaze pêşbikeve divê xwandin û nivîsandina wî hebe. Li ser vî bingehî di jiyanê de hewl dide ku xwe fêrî xwandinê bike. Rêheval Jiyan di jiyana xwe de dibe xwdî kesayetek fedekar û berpirs. Her çendî zaroka malê ya mezin jî nebe, lê di nav xwişk û birayên xwe de lê di her karekê de xwe zane dike û ji bo jiyana malbatê bi tendurist berdewam bike xwe berpirs dibîne. Ji ber welatpariziya malbatê û birayê heval Jiyan ku milîstî dikir di hemû deman de dibûn hedefa dijmin. Dijminê xwînxar êrişî gundê wan dikir û şêniyên gund li meydana gund kom dikirin û êşkence dikirin. Van êrişên dijmin di heval Jiyan de kînek mezin çêdikir. Bi cesaret helwestê xwe datîne. Dibêje, ‘ev neheqiya ku li me tê kirin divê em jî li beranberî van neheqiyan bibin xwedî helwest.’ Rêheval Jiyan dema yekem car hevalek jin ya gerîla dibîne pir bandor dibe û ev yek dihêle ku bikeve nav lêgerînekê. Nêrînê wê yê têkoşîna li hember dijmin xurtir dibe û dibêje divê ez jî têkoşîna xwe li çiyayên azad bidim, ev têkoşîn jî divê bibe efsane. Belê her ku rêheval Jiyan mezin dibe nêrînê wê yê jiyanê, wê ber bi azadiyê ve dikişand. Divê ew jî wek her jinekê li pey azadiyê biketa û li ser şopa xwedawendan li hemberî dijminê hov yê ku kevneşopiya berxwdanê nas nedikir têbikoşa. Êrişên dijmin her ku diçû dijwartir dibû û birayê rêheval Jiyan, Ehmed yê ku mîlîstî dikir bi hovane tê şehîd xistin. Ev yek bandorek mezin li ser heval Jiyan çêdike û divê tola van kiryaran rakiriya. Ji ber wê jî dixwaze beşdar bibe, lê ji ber ku temenê wê biçûkbû, hevalan ew beşdar nekirin.  Ev êrişên dijmin dihêle ku malbat bikeve ser rêya penaberiyê. Berê xwe didin Cizîr. Li wir jî ji ber êrişên dijmin nikarin jiyan bikin vê carê berê xwe didin Başurê Kurdîstanê tên Bihêrê, ji Bêhêrê jî diçin Etrûşê. Di vê jiyana penaberiyê de çi karê saziyan hebûya rêheval Jiyan bi coş û fedekarî di nav de cih digre, karê xwe bi serkeftî bi cîh tîne. li Etrûşê xwe fêrî xwandinê dike. Di sala 1996 de ji bo perwerdê derbazî Garê dibe û piştî perwerdê soza xwe ya beşdar bûnê dide. Belê rêheval Jiyan têkoşîna xwe ya ku di temenê biçûk de destpêkiribû wê wek gerîlayek li ser axa pîroz li ser şopên Egîd û Bêrîtanan bidabûya meşandin. Rêheval Jiyan ji bo tola ew hêsirên çevên dayîkan hilîne, di demek kin de xwe di hêla bîrdozî û leşkerî de pêşdixe û xwe di bîrdoziya xilasiya jin de zane dike û dibe şopdarek ê heqîqetê li ser paradikmaya ku Rêbertî xêz kiriye. Heval Jiyan ku di her karekê de di pêşdeye, di çeperên şer de jî bi cesaretek mezin di pêşde cih digirt. Heval Jiyan xwe di hêla tenduristî de pêşdixe û dikeve nav karê tenduristî. Di sala 1999 de di şerê îxanetê yê PDK û Tirk de li Avaşîn ê di êraşa li ser Şikefta Bîrîndaran de digihije karwanên nemiran.   

 

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar