Ev roj rojekî berxwedaniyê ye. Bi rastî rojekî wisa divê bibe hemû rojên berxwedaniya jinan. Ji ber ku berxwedan her tim jiyana mirovan ber bi azadiyê ve di herikîne. Beriya berxwedanê jî zanebûn, hişyarî û pêwîstiyekî bi cesaret hewcedar e. Tûndiya li ser jinê tûndiya li ser jiyanê ye. Jin û Jiyan bihevre girêdayîne. Ev girêdayîn bi xwe re heskirina herî girîng derdixe. Dema heskirin têk biçe jiyan li mirova dibe jehir. Bingeha jiyanê li ser heskirinê hatiye avakirin. Ev heskirin jî di jinan de bêhtire. Dijberî heskirinê tûndiye. Li derekî tûndî hebe tê wateya ku li wir heskirin qediya ye. Curên tûndiyê tê wateya ku jiyan bi kîjan rêbazê têkçûne. Ji ber vê têkçûna jinan têkçûna jiyanê bixwe ye. Tûndiyekî li ser zindiyekî bê kirin vegera wî teqez zêdetir û dijwartir e. Vala vala nayê gotin ku di Gerdûnê de her tişt zindiye. Em dev ji zindîbûnê berdin, tenê em li gotinê mezinên xwe mêze bikin, gotinê ku ji devê me derdikeve mirov matmayî dimîne. Mezinê me wiha dibêjin: “tiştekî dema ji devê te derket û xwe gihand gerdûnê, du qatê wî zêdetir dibe û divegere te.” Divê em her tim di lêgerîna xwe de bin. Ne mirovê ku her tiştî dizane, mirovê ku xwe naskiriye alime.
Rojekî
mîna 25'ê Mijdarê roja li hember tûndiya li ser jinê roja tekoşinê ye. Ev roj
wek rojekî hatibe plansazkirin jî rojekî girînge. Divê ku mirov ji tiştekî
biçûk be jî despêkirin girîng û pêwîste. Ne wek rojekî bîranînê, wek
berdewamiya berxwedaniya jinan bilintirkirin e. Bilindkirina berxwdanê
bilindkirina xwe naskirinê ye. Mirov wek jin çiqas xwe nasdike ewqas jî ji xwe
hesdike, nirx dide xwe. Nexasim wek jin ji xwe heskirin, nirx dayina xwe pir
girînge. Heskirin û nirx dayîna xwe tekoşîna li hember tûndiyê bilintir dike.
Ev tûndiya li ser jin divê bê naskirin. Desthilatdariya zilam yan jî hişmendiya
zilam dema bê naskirin ev roja 25'ê Mijdarê wê bibe her rojên jinê, wê bibe
perçeyek ji jiyana jinan. Dema bibe perçeyek jiyanê, bi xwe tundî wê ber bi têkçûnê
ve here.
Divê
ku di despêkê de tûndiya li ser jiyana mirovan çiye û çend curên tûndiyê hene, em
despêkê wana bînin li ser ziman. Tûndiya bedenî, tûndiya derûnî, tûndiya ruhî û
tûndiya herî girîng jî tûndiya zayendî ye. Tûndiya li ser bedenî di roja me ya
îro de bi tekoşîna jinên azadîxwez kêm bûyîbe jî, hêjî berdewame. Ev tûndî li
gorî tûndiyên nû yên wek tûndiya derûnî, tûndiya ruhî û herî zêdetir ya zayendî
texrîbkar nîne. Di roja me ya îro de lêkolînên ku ji aliyê zanistan ve hatine
kirin ku tê gotin tûndiya li ser bedenî ji ya li ser ruhî ewqas giran bandor
nake. Ya ruhî hertim bixwe re êş, tirs, ji xwe ne bawerî çêdike. Ya bedenî
lêdan dema çêdibe wek ya ruhî dem direj nîne. Bê gûman herdû jî bi xwe re
xirabiyên mezin çêdikin. Lê ya ruhî her tim hîn girantire.
Divê
nivîsê de em hewl bidin ku bêhtir li ser tûndiya zayendî ya roja me ya îro ya
modern bisekinin. Tûndiya nerm a ku xwe dispêre lîberalîzmê ya roja meya îro
divê ku em baş nasbikin. Tûndiya li ser civaka dîjîtal a zayendî eger mirov bi
peyvekî bîne li ser ziman tinebûna xwebûnê ye. Ji hemû tûndiyan ya herî
girantir ev tûndiye. Tûndiya zayendî bi rêka dijîtal li ser înternetan û
bernameyên wê, mirina mirovan pêşdixe. Yanî bi fikirin ku jin ji xwe ji bedena
xwe her tim di nav ne razîbunekî de ye, her tim ji xwe, ji jiyana xwe ne
ecibandinekî de ne. Ev rewş çiqa diçe xirabtir dibe, tenê doktorên estetîkê
divê di xwezaya mirovan de texrîbatekî çêbûbe sererast bike. Yanî ew xwezaya
mirovan ku her mirovekî bi cudabûna xwe tê li ser rûyê dinyayê. Ev Xwezaya
pîroz hebûna mirova ye, lê mixabin îro neyartiyekî pir mezin li hember xwezaya
mirova bêhtir jî li hemberî jinê hatiye kirin. Ev rewş bi rastî jî rewşekî pir
gihiştiye xeterî yê. Mirov dema mêze dike herkes eynî difin, eynî lêv, eynî por
hwd. Êdî wisa bûye ku mîmîkê mirova windabûne. Di kene, di girî, hestyar bûye
mirov dernaxe. Ev rewşa etîk û estetîk modernîteya kapîtalîst bi rastî jî pir
bi tehlîke bikartîne. Raste rast êrişî
li ser kesayet û xwebûna mirova ye. Yanî bifikirin ku keç û jinên Başur yên ku
malbata wan di milê aborî de feqîrin pir bi rehet agir berdidin bedena xwe ji
bo ku malbat ameliyata estetîk li ser bedena wan mecbûr bimînin ku bikin. Ev
rewş dide diyarkirin ku tûndiya li ser jinên îro gihiştiye kijan radeyê.
Komîta jineolojî Mexmur

0 Yorumlar