Jinên Kampa Mexmûrê ku bi paradîgmaya modernîteya demokratîk
pergalek ava kirine, li dor destkeftiyên ku li dijî pergala kapîtalîst bi dest
xistine bûne xelek, têkoşînê xurt dikin.
Omer Akin
25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya
Navneteweyî nêz dibe. Jinên kurd ên di salên 1990'î de ji ber polîtîkayên
"ewlehîparêz" ên Tirkiyeyê koçî Başûrê Kurdistanê kirine, bi her
awayî rastî tundiyê tên.
Jinên li Kampa Mexmûrê ku di sala 1998'an de ji aliyê
Neteweyên yekbûyî (NY) ve hat avakirin, ji aliyekî ve rastî êriş û ambagaroyên
Tirkiyeyê û PDK'ê tên, li aliyê din jî li dijî feraseta mêrserwer têdikoşin.
Jinên rastî tundiyê tên jî wekî çareseriyê xwe disipêrin paradîgmaya
"demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê" ya Rêberê PKK'ê Abdullah
Ocalan. Li kampê ku ji sala 2007'an ve bi paradîgmaya modernîteya demokratîk tê
birêvebirin, jin li hemû qadên jiyanê çalak bûne. Jinên ku ji komunên taxan heya
Meclisên jinan û ji rêveberiya şaredariyê heya parastina kampê di hemû qadan de
cih digirin, her wiha bi akademiya ku ava kirine re jî di warê zayendê de
serwext dibin.
Jinên ku di sala 2003'yan de Meclisa Îştarê ava kirin, li
Akademiya Şehîd Jiyanê perwerdehiya xweparastinê, polîtîkayên şerê taybet,
dîroka jinê û têkoşîna azadiyê didin. Ji Rêveberên Akademiya Şehîd Jiyanê
Berîvan Bohtî û jinên li kampê, behsa têkoşîna xwe ya li dijî tundiya
mêrserweriyê kirin.
Botiyê diyar kir ku li çar hawirdorên cîhanê tundiya li ser
jinê zêde bûye û got ku bi vê re têkoşîna jinê jî bilind bûye. Botiyê wiha got:
"Jin, li dijî polîtîkayên tundiyê yên desthilatê têkoşîna xwe ya
rêxistinkirî mezin kirin. Jin, ji bo li dijî parçekirinê ya bi destê pergalê tê
kirin û li dijî tundiyê helwesteke xurt nîşan bidin, divê bêtir bibin yek û di
warê zayendiyê de serwext bin."
PÊŞENGÊN JIYANA AZAD
Botiyê da zanîn ku li kampê li dijî feraseta mêrserrwer
saziyên jinan hatine avakirin û domand: "Çendî li vir jin xwe nas kiribin
û hin destkeftî bi dest xistibin jî, hê jî feraseteke mêrserwer heye. Em bi
avakirina saziyên jinan li dijî vê pergala mêrserwer têdikoşin. Jin bi hev re
tevdigerin. Em girîngiyê didin perwerdehiya jinan. Li kampa me ên herî zêde ji
bo azadiyê têdikoşin û pêşengiya civakê dikin jin in. Di paradîgmaya me de jî
girîngiyeke zêde ji bo têkoşîna jinê heye. Jin li hemû qadên jiyanê ne û
saziyên xwe ava kirine. Jinên li vir hem xwe bi perwerde dikin hem jî xwe nas
dikin. Çendî kêmasî hebin jî, lê em dikarin bibêjin ku li gor derdorên din
pşketîtir in. Jin xwe diparêzin û li dijî tundiyê têdikoşin. Meclisa Îştarê
alîkariya jinên mexdûr dike. Her wiha perwerdehiyên ji bo serwextkirinê jî
hene. Hêleke wê ya din jî xweparastin e. Gava jin xwe biparêze, dikare li ber
tundiyê rabe. Bi qasî serwextkirina jinan, serwextkirina mêran jî girîng e.
Rêya avakirina jiyana bi hev re ev e."
AMBARGO Û ÊRIŞÊN HEWAYÎ
Botiyê anî ziman ku têkoşîna li kampê têkoşîneke 25 salan e
û wiha pê de çû: "Mirovên li kampê, ji bo nasnameya xwe û azadiya xwe heya
niha têkoşiyane. Li cîhanê mînakên vê pir kêm in. Gelê li vir, gelekî
rêxistinkirî û têkoşer e. Ev yek hem bandorê li civakê hem jî li jinan dike.
Beşdariya jinê ya li nav rêveberiyê gelekî girîng e. Helbet jinan bi têkoşîna
xwe ev destkeftî bi dest xistin. Li kampê tundiya herî mezin êrişên hewayî ne.
Bandorên van êrişan herî zêde bandorê li jin û zarokan dike. Tundiya din jî
ambargoya li ser kampê ye. Astengkirina derketina ji kampê û pêwendîdanîna bi
mirovên din re, tundî ye. Her wiha bi têlan girtina derdora kampa me jî tundî
ye. Li aliyekî êrişên DAIŞ'ê li aliyên din pevçûnên di navbera Artêşa Iraqê û
PDK'ê de yên li Çiyayê Qereçoxê jî tundî ye."
FELSEFEYA ABDULLAH OCALAN
Botiyê bal kişand ser felsefeya "Jin, jiyan,
azadî" ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî û axaftina xwe wiha bi dawî kir:
"Birêz Abdullah Ocalan got 'jin jiyan e, jiyan jî azadî ye' û bi vê bal
kişand ser girîngiya têkoşîna jinê. Ev gotin tenê wekî dirûşmeyekê nayê
bikaranîn, felsefeyeke ku rastiyeke wê ya xwezayî heye. Têkoşîna me ya li kampê
jî li ser vî esasî ye."
‘35 SAL BERÊ JIN TUNE BÛ'
Şêniya kampê Sûltan Yildiztan a 51 salî jî, da zanîn ku 35
sal berê ji Tirkiyeyê hatine koçberkirin û li Başûrê Kurdistanê bûne penaber.
Yildiztanê got: "Di navbera wê pêvajoya em ji Bakurê Kurdistanê derketin û
ya niha de ferqeke pir mezin heye. WÊ demê mafên jinan tune bûn. Jin tim dihat
eciqandin. DI tu tiştî de biryara jinê tune bû an jî nikaribû biaxive. Ji lew
re mêr rêveberê malê bû. Ew mêr, tenê xwedî gotin û biryarê bû. Gava bav ne li
malê bûna, kurê malê muxatab bû. Gava bav biçûna cihekî malê teslîmî kur dikir.
Lewma di navbera îro û duh de pir ferq heye."
‘BI TÊKOŞÎNÊ RE FERASETA MÊR GUHERÎ'
Yildiztanê destnîşan kir ku bi saya tevgera azadiyê ya kurd
îro ro jiyana xwe bi awayekî azad û wekehev didomînin û wiha berdewam kir:
"Piştî têkoşîna şoreşger dest pê kir mêr jî hinekî guherîn. Gava em hin
mêran dibînin em rêzgirî nêzî wan dibin. Helbet ev guherîn di he rkesî de
çênebûye. Em vê di jiyanê de dibînin. Hin mêrên ku feraseta mêrserweriyê
neşikandine jî hene. Ev feraset hê ji holê ranebûye. Piştî girîngiya azadiya
jinê hat fêmkirin, civak û malbat guherîn. Ev guherîn, bi saya kesên di têkoşîna
azadiyê de jiyana xwe ji dest dan çêbû."
PENABERÎ Û JIN
Yildiztanê bal kişand ser zor û zehmetiyên koçberiyê jî û
wiha dawî li axaftina xwe anî: "Penaberî rêwîtiyeke zehmet e. Me di dema
penaberiyê de fêm kir ku berxwedan jiyan e. Me di vê pêvajoyê de wateya azadiyê
û jiyanê fêm kir. Em fêrî hezkirina ji welatê xwe bûn. Me di vê pêvajoyê de
bêtir feraseta dewletê, civakê û mêr fêm kir û em bi nasnameya jinê
hesiyan."
‘EM Ê DEST JI DESTKEFTIYÊN XWE BERNEDIN'
Ezîma Avyanî ya 43 salî jî bal kişand ser destkeftiyên jinan
û got: "Jiyan tenê ne ji bo mêran e. Berê tu mafê jinan tune bû. Ji xeynî
karê nav malê û zarokan bi tu awayî jinê nedidîtin. Lê piştî têkoşîna azadiyê
gelek tişt guherîn. Me vê ferasetê li cem xwe şikand û niha pirnaiya karê kampê
jin dikin. Di navbera rewşa me ya li Tirkiyeyê û vir ferqeke pir mezin heye. Li
kampa me pêşeng jin in. Êdî em li meclisan, şaredariyan li her derê hene. Niha
mêr bixwazin tahdeyê li jinan bikin jî nikarin, ditirsin. Ji lew re piştevaniya
jinê xurt bûye. Tundî tu carî ne çareserî ye. Mafê tu kesî tune ku tahdeyê li
kesekî/ê bike. Em hem karê malê dikin hem jî karê kampa xwe. Em dikarin karê
malê taloq bikin, lê yê kampê na. Ji lew re em naxwazin destkeftiyên me ji dest
me biçin."
'ME QALIBÊN KAPÎTALÎZMÊ ŞIKANDIN'
Viyan Bûdak a 23 salî jî destnîşan kir ku divê feraseta
"jin nikare tu tiştî bike" bi temamî bê redkirin. Bûdakê destnîşan
kir ku çi bikeve ser milê wan ew dikarin bikin û got: "Ger jin azad be, dê
bibe xwedî vîn û hêzê. Ji bo vê jî divê em bidin dû rastiyê. Rastî evîn e. Evîn
jî azadî ye. Azadî jî jiyaneke exlaqî û polîtîk e. Divê feraseta qirêj a li
hemberî jinê bi temamî bê redkirin û em jinên ciwan divê fikirên azad bêtir ava
bikin. Me li vir qalib û rolên ku kapîtalîzmê li jinan ferz kiriye şikandin. Jin
bi xwe bawer in û vîna xwe datînin meydanê. Nîviyê saziyan ji jinan pêk tên. Em
li hemû qadên jiyanê girîngiyê didin temsîliyeta wekhev. Jina ku bi paradîgmaya
Modernîteya Demokratîk radibe dikare hemû ber»irsiyariya saziyekê
hilgire."

0 Yorumlar