Di pêşengtiya Yekîtiya Xwendevanên Azad (YXA) de li Wargeha Penaberan a Mexmûrê tûrnûvaya fûtbolê bi dirûşmeya ‘Bi Ruhê Şehîd Rêzanan Serbixe Cenga Azadiyê’ hatiye destpê kirin. Di plansaziyê de tûrnûvaya voleybolê jî heye.
Armanc Herekol
Li Wargeha
Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di 9’ê Mijdarê de, di pêşengtiya
Yekîtiya Xwendevanên Azad (YXA) de, ji bo bîranîna Şehîd Rêzan Botan ku di 6’ê
Tebaxa 2023’yan de li Herêmên Parastina Medya şehîd bibû, tûrnûvayek a futbolê hat
destpêkirin. Dirûşmeya tûrnûvayê ‘Bi Ruhê Şehîd Rêzanan Serbixe Cenga Azadiyê’ ye.
Wê di turnovayê de 7 tîm bên beramberî hev. Têkildarî tûrnûvayê ciwanên Wargeha
Mexmûrê ji rojnama me re peyivîn.
Ciwan kêfxweşin
Têkildarî
tûrnûvayê ciwanê bi navê Sîmar Tûrhan axivî û di serî de ji tevahî tîman re
serkeftin xwest û wiha axivî: “Şehîd Rêzan Botan ji ber ku li vir xwendibû, ji
bo bîranîna wî ev tûrnûva hatiye destpêkirin. Di kesayeta Şehîd Rêzan de em
tevahî cangoriyên azadiyê bi minetdarî bibîr tînim û bejna xwe li ber keda wan
ditewînin. Spor di her hêlê de başe û armanca me jî ewe ku sporê bidin
hezkirin. Ji ber ku spor tendûristiya mirovan diparêze û ji bo laşê mirovan pir
başe. Her wiha kêfxweşiyeke jî. Ciwanên wargehê ji sporê hez dikin û her
demjimêr ev saha tijiye û dileyîzin. Ji ber ku ji fûtbolê hezdikin, lewma ev
tûrnûva hat destpêkirin.”
Piştî
fûtbolê, voleybol heye
Sîmar Tûrhan
di dewama axaftinên xwe de da zanîn ku wê di pêşerojê de tûrnûvaya voleybolê jî
bê destpêkirin û wiha axaftinên xwe bi dawî kir: “Wê di vê tûrnûvaya fûtbolê
de, bi giştî 7 tîm bileyîzin û hamû jî xwendevanin. Ne tenê xort wê jin jî
bileyîzin. Piştî fûtbola xortan, wê ya jinan jî bê leyîstin. Bi wê ve girêdayî,
di pilansaziyê de voleybol jî heye. Tevlîbûna gel ji aktîvîteyên wisa re pir
heye. Hem dixwazin bileyîzin û hem jî dixwazin temaşe bikin. Ev tûrnûvayên wisa
her sal dû sê caran tên li darxistin. Em jî ji tevahî koman re serkeftinê
dixwazin.”
Tûrnûvaya fûtbolê hatiye destpêkirin
Her wiha
ciwana bi navê Zîlan Ozek jî li ser heman mijarê axivî û di destpêka axaftinên
xwe de Şehîd Rêzan Botan ku di 6’ê Tebaxa 2023’yan de li Herêmên Parastina
Medya şehîd bibû, bi rêzdarî bi bîr anî û got: “Ciwanên wargehê timî
eleqederiyek mezin nîşanî sporê dane û spor ji bo ciwanên wargehê girînge. Ji
ber wê jî niha tûrnûvayek a fûtbolê hatiye destpêkirin. Ev tûrnûva li ser navê
Şehîd Rêzan Botan hatiye destpêkirin. Heval Rêzan li wargehê xwendibû. Em di kesayeta
Şehîd Rêzan de tevahî şehîdan bibîr tînin. Piştî fûtbola xortan wê ya jinan jî
bê destpêkirin. Em serkeftinê ji hemû tîman re dixwazin.”



0 Yorumlar