Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê Melîsa Îştar jî bi daxuyaniyekê beşdarbûna xwe ji pêngava ku bi dirûşmeya ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî’ dan diyar kirin.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Melîsa Îştar bi daxuyaniyekê beşdarî bûna xwe ji pêngava di 10’ê Cotmehê de bi dirûşmeya ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî’ dan diyar kirin.
Daxuyanî li ber Saziya Malbatên Şehîdan bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê hat destpê kirin. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Xantur Kara ve hat xwendin.
Daxuyaniya Meclîsa Îştar wiha ye:
“Berxwedana Rêber Apo ku berxwedana me hemû yane, teqez wê serbikeve. Bi hêza têkoşîna me ya hevpar, Rêber Apo wê bi fîzîkî azad bibe. Rêber Apo 25 salin li Îmraliyê di hucreyeke yek kesî de, dîl tê girtin. Li dijî van şert û mercên dîlgirtinê ku bi komploya navneteweyî hat destpê kirin, roja 10’ê Cotmehê pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ hat destpêkirin. Dihat plankirin ku ev pêngav li 74 navendan were kirin, lê zêdeyî li 100 cihan hat kirin. Em hemû kesên beşdarî vê pêngavê bûne, silav dikin. Tecrîd û êrişên ku dewleta Tirk li dijî Rêber Apo didomîne, li dijî hemû Kurdan veguheriye êrişên qirkirinê.
Jin a ku yekemîn çîn, zayend û mêtingeriyê ye ku zext lê hatiye kirin îro bi îdiayeke mezin li hemberî pergalên mêrserwer serî hildaye û ev bi saya ked û hewldana mezin a Rêber Apo pêkhatiye. Di şexsê jinên Kurd de tecrubeya jiyana ku ji mirovan dest pê kir û di nav civakê de belav bû a niha îlhamê dide tevgerên jinan ên li cîhanê. Ji ber vê em pergala tecrîda li ser Rêber Apo wekî gefeke li ser azadiya jinên Kurd dibînin. Polîtîkayên tecrîd û îzolasyonê yên li Îmraliyê, li dijî hebûna me gefek e. Rêber Apo ji bo şertên di nav de digot ‘Ez nikarim bêhnê bistînim’, em guherandina van şertan wekî pirsgirêka xwe ya hebûnê dibînin. Em careke din îddîaya xwe ya pûçkirina polîtîkayên tecrîd û îzoloasyonê diyar dikin.
Rêber Apo 25 sal in li Îmraliyê li dijî faşîzm û hêzên hegemonîk berxwedaneke bêhempa dimeşîne û bi paradîgmaya ku pêş xistibû, koletiya bedenî veguherand lêgerîna azadiya ku sînoran derbas dike. Asta azadiya fikrî û evîna heqîqetê ji xwe da destpêkirin û wî kariye bide her jin, çîna bindest, ciwan, tevgerên civakî û her mirovên ku li hemu aliyên cîhanê li ber xwe didin. Ne mêtîngerî, ne faşîzm û ne jî hegemonan nekarîn pêşiya azadiya ji Îmraliyê bilind dibe, bigirin. Em jinên Kurd vê yekê têr nabînin û em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin.
Her roja dîlgirtinê tê wateya giranbûna şer, komkujî, kaos û neçareseriyê. Her roja dîlgirtin û tecrîdê tê wateya sazî û bicihbûna faşîzma li Tirkiyeyê. Lewma kampanya û têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO ne tenê karê gelê Kurd e, her wiha karê bingehîn ê hêzên demokratîk û dijberên faşîzmê ye.qada jiyanê veguherînin qada têkoşînê. Divê em li her derê û di bin her şert û mercî de tecrîda mutleq a qirkirinê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bixin rojevê û bi biryardarî li dijî vê tecrîda li dijî mirovahiyê, jin û gelê Kurd derbikevin û dijminê qirker têk bibin, têkoşîna xwe berfirehtir bikin.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok jiyan nabe’ û ‘Jin jiyan azadî’ bi dawî bû.

0 Yorumlar