Çalakiya Nobetê ya ku li dijî şikandina tecrîda girankirî û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Wargeha Penaberan a şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) hatibû destpê kirin bi komek nû hat dewirgirtin.
Çalakiya Nobetê ya ku li dijî şikandina tecrîda girankirî û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Wargeha Penaberan a şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) hatibû destpê kirin, bi komek nû hat dewirgirtin.
Beriya ku merasîma dewirgirtinê were kirin, bi kombûna çalakvanan û xelkê wargehê ya li Saziya Malbatên Şehîdan deqeyek rêz ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 21’emîn Sultan Yildiztan axivî.

Sultan Yildiztan di destpêka axaftinên xwe de diyar kir ku azadiya Rêbertî azadiya tevahî mirovahiyê ye û wiha got: “Eger Rêber Apo azad bibe wê hemû pirsgirêkên di nava dewleta Tirkiyê de çareser bibe. Lê çiqasî deng bilind dibe dewleta faşîst jî ewqasî tecrîdê li ser Rêbertiya me girantir dike. Em hemû kesên ku îro ji bo Rêbertî ketine çalakiyan silav dikin, ji bo em bikaribin Rêbertiya xwe azad bikin divê em li her çar aliyê Kurdistanê û Ewropa destê xwe bidin hev û alikariya hev bikin. Em di wê hêviyê dene ku emê bi vê berxwedana xwe ya xwedîderketina li Rêber Apo bigihînin encamek baş ku em Rêbertiya xwe bi fîzîkî di nava xwe de bibîbinin.”
Piştî axaftina Sultan Yildistan merasîma dewirgirtinê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ ‘Bê Serok jiyan nabe’ çalakî dewrî koma din hat kirin.

0 Yorumlar