Ticker

10/recent/ticker-posts

MEXMÛR 108 ROJIN DI ÇALAKIYÊ DE

Şêniyên Wargeha Mexmûrê ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 108 rojin di çalakiya nobetê de ne. Çalakvan dibêjin; “Azadiya Rêber Apo, azadiya tevahî cîhanê ye û emê Rêberê xwe bi fîzîkî azadbikin.”

Armanc Herekol

Ev 25 salin li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîdek girankirî tê meşandin. Ji 25’ê Adara 2021’an ve tecrîd derbasî qonaxekî nû bûye û ji wê rojê heta niha ango ev 2 sal, 7 heyv û 14 rojin bi ti awayî agahî ji Rêber Apo nayê girtin.

Li dijî vê tecrîda der zagonî, li her derê Kurdistan û derveyî welat çalakiyên nobetê û xwepêşandan çêdibin. Her wiha timî parêzer û malbat ji bo hevdîtinekî pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê didin. Li rûxmê wê jî ti agahî ji Rêber Apo nayê girtin.

Ji bo ku tecrîd bê şikandin, sendîkayên karkeran ên cîhanê û partiyên siyasî, li 74 navendên li seranserî cîhanê di 10′ê Cotmehê de pêngava ′Ji Abdullah Ocalan re azadî, Ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî′ dan destpêkirin. Ji Kurdistan, Ewropa û seranserî cîhanê tevlîbûnek mezin ji pêngavê re çêbûye.

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di 20’ê Tîrmehê de ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê şikandin, çalakiyek a nobetgirtinê dabûn destpêkirin. Ev çalakî bi koma 21’an û di roja 108’an de bi biryardariyek xurt berdewam dike. Di 22’yê Cotmehê de gelê Mexmûrê jî bi daxûyaneyekî ragihandin ku ew jî tevlî pêngava ′Ji Abdullah Ocalan re azadî, Ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî′ dibin.

Şêniyên Mexmûrê ku ev 108 rojin ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di çalakiya nobetê de ne, ji rojnama me re axivîn û banga xurtkirina çalakiyan kirin.

‘Armanca me zelal e’

Çalakvana bi navê Medîna Hilalî di destpêka axaftinên xwe de tecrîda li ser Rêber Apo bi tûndî şermezar kir û got: “Ev zêdeyî 100 rajanin, me li wargehê çalakiya nobetê daye destpêkirin. Armanca me zelal e, em di her qad, kolan û taxan de dibêjin, dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Em tenê azadiya Rêberê xwe dixwazin. Tenê armanca gelê Mexmûrê ev e. Rêber Apo, Rêberek cîhanî ye. Ji ber wê yekî niha li her derê cîhanê gel ji bo azadiya Rêber Apo li qadanin.”

‘Rêber Apo em azadkirin’

Medîna Hilalî pêngava dîrokî ya ′Ji Abdullah Ocalan re azadî, Ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî′ ji dil û can silav kir û wiha axaftinên xwe domand: “Bi milyonan gel, ji bo azadiya Rêber Apo îmza dane. Bi hezaran kes niha ji bo azadiya Rêber Apo a fîzîkî pêngav dane destpêkirin. Em pêngava ′Ji Abdullah Ocalan re azadî, Ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî′ pîroz dikin û emê heta dawî jî ji bo serkeftinê têbikoşin. Fikir û ramanên Rêber Apo li her derê cîhanê belav bûne. Êdî ne tenê Kurd, bi hezaran xelkê biyanî, xwedî li Rêber Apo derdikevin. Em jî dubare bang li tevahî jinên Kurd û jinên cîhanê dikin, Rêber Apo em azad kirin û niha dem dema me ye ku em Rêber Apo bi fîzîkî azadbikin.”

‘Tecrîd ne exlaqî ye’

Her wiha çalakvana din a bi navê Bihar Benek jî li ser heman mijarê peyivî û di serî de tecrîd wek dijî mafê mirovan bi nav kir û wiha axivî: “Tecrîd dijî mafê mirovan e. Em jî wek gelê Mexmûrê ev zêdeyî 100 rajanin di çalakiyê de ne. Rêberê me hebûn û vîna me ye. Pêngava ku ji bo azadiya Rêber Apo hatî destpêkirin, em tevlî dibin. Tecrîda heyî, ne exlaqî ye. Kesên ku dibêjin em mirovin û xwedî wijdanin, divê li hember vê bê mafiyê, bêdeng nemînin.”

‘Jin û ciwan rolê xwe bileyîzin’

Herî dawî Bihar Benek bang li tevahî jin û ciwanên Kurdan kir da ku demildest ji bo Rêber Apo dakevin kolanan û wiha axaftinên xwe bi dawî kir: “Pêngava li dijî tecrîdê ku ji aliyê xelkên biyanî ve hatî destpêkirin, em ji dil û can beşdar dibin. Rêber Apo vîna tevahî civakên azadîxwaz e. Divê jin û ciwan, ji bo azadiya Rêber Apo bixebitin û di vê pêngavê de rolê xwe bileyîzin.”

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar