Walitiya Musilê di derbarê encama pevçûna ku li Çiyayê Qereçox di navbera artêşa Iraqê û hêzên PDK’ê de derketî de ragihand, 6 leşkerên Iraqê birîndar bûne û birîna du ji wan girane.

Di saetên êvarê de li ser çiyayê Qereçox yê li Mexmûrê li xalên ku beriya niha hêzên HPG’ê jê derketibûn û artêşa Iraqê lê bi cih bibûn, di navbera artêşa Iraq û hêzên PDK’ê de pevçûn derketibû. Ji her du aliyan kuştî û birîndar çêbûn.
Di derbarê encama pevçûnê de walitiya Musilê agahî parve kir û got, şer di saet 16:30’an de di navbera pêşmergeyên PDK’ê û Firqeya 14’an ya artêşa Iraqê de rû da.
Di derbarê sedemê derketina şer de jî, walitiyê eşkere kir ku hêzên PDK’ê ji leşkerên Iraqê xwestine ku ew ji wan xalên ku berê di dest hêzên HPG’ê de bûn û piştî vekişîna ji Mexmûrê artêşa Iraqê lê bicih bûne, derkevin. Lê hêzên Iraqê vê yekê redkirine, devjenî di navbera wan de derketiye û piştre pevçûn çêbûye.
Li gor agahiyên walitiyê dane, di encama pevçûnê de pêşmergeyek PDK’ê hatiye kuştin û 3 pêşmergeyên din jî birîndar bûne. Her wiha ji artêşa Iraqê jî 6 leşker birîndar bûne û birîna du ji wan girane.
0 Yorumlar