Ticker

10/recent/ticker-posts

MEXMÛR NE HERÊMEK LEŞKERIYE

 

Ji dîroka penabertiyê heta roja me ya îro dema ku em temaşe dikin, penaberên wargeha Mexmûrê ji ber ku penaberekî rêxistinkiriye, bi îradeya xwe rûmeta xwe diparêzin hertim dibe armanca êrişên dagirker û hevkarên wan. Ji ber ku ev wargeh nimûneyek ya jiyana azad, wekhev û demokratîk e, dijminê dagirker ji bo xwe wekî metirsiyek mezin dibîne. Ev wargeh mînaka xweserbûna jiyanek arame. Di 29 salên penaberiyê de gelek caran penabertî cûda jî jiyan kir. Li 8-9 wargehan warên xwe ji ber êrişên dagirkerên faşît ê Tirk û hevkarên wan PDK’ê guherî, bedelên pir giran dan, birsîbûn, bê derfetî jiyan kirin lê ti caran îradeya xwe radest nekirin. Ji bo azadiyê têkoşîn dikin û xwe emanetê desthilatdariyê nakin. Di her alî de şerê psîkolojî, şerê taybet û êrişên fîzîkî li ser wargehê kêm nebûye. Weke wargeh jî em baş dizanin tevahî polîtîkayên dagirkeriyê çawa raste rast li ser Rêbertî pêk tên, di kesayeta Rêbertî de dixwazin tevahî mirovahiyê û fikrên demokratîk û azad ji holê rakin. Em baş dizanin ku dewleta Tirk ya faşîst û hevkarên wê di polîtîkaya xwe de bin ketin. Li beranberî têkoşîn û tûnelên berxwedaniyê, rûxmê karanîna çekên kîmyawî, taktîk nûkleer û her cure çekên qedexekirî nekarîn gavekê jî pêş de biçin. Di heman demê de çawe di gotin heta reqemên pêlavên wan jî me girtiye, lê belê qet ne di wê zanabûnê de bûn ku wê ji Tabûra Nemiran di nava dilê wan de weke volkanekê biherikin. Çawan ku piştî peymana Lozanê ya parçekirina Kurdistanê bi destê dagirkeran xwestin polîtîkaya înkarkirina Kurdisanê di destê xwe de bigirin û bikin koleyên xwe, niha jî dixwazin bi rêbaza di mejî de parçe bike û li gor xwasteka xwe bi rêve bibe şerê taybet didin meşandin. Lê di vê sedsalê de hertim berxwedaniyek bê beranberî ji aliyê gerîlayên azadiyê û welatparêzên Kurdistanê ve li dijî dagirkerî û desthilatdaran hatiye meşandin. Di van 50’î salên dawî yên derketina PKK’ê de rewşa ku dixwestin seranserî Rojhilata Navîn bi teybat çewisandinên li ser gelê Kurd ku digotin ‘Me Kurd di bin betûnê de nixumandiye’ hatin vala derxistin. Wek gelê wargehê jî ji salên 90’î ve kêm zêde li gorî berxwedaniya xwe em jî bûne parçeyek ji vê têkoşîna tê meşandin û me cihê xwe di vê berxwedanê de girtiye. Çawa ku PKK ji roja avabûyî heta niha li hemberî dijminên xwînxwar serî netewandiye, gelê vê wargehê jî li hemberî çewisandin û polîtîkayên PDK û dewleta Tirk a dagirker tawîz ne daye. Ev serî netewandina vê wargehê hertim bûye şûrek ku dilê dijminan birîn dike. Ji ber wê jî ji bo ev wargeh belav bibe dewleta Tirk salên dirêj li gel PDK polîtîkayên cihêreng ên qirêj li ser gelê wargehê dan pêkanîn. Lê bi van planên xwe jî negihiştin armanca ku dixwestin. Herî dawî ji sala 2017’an ve bi hêceta ku hêzên leşkerî di nav gelê wargehê de ye, dewleta Tirk bi îstixbarata PDK’ê êrişên balafêrên bê mirov û bi çek li ser wargehê didin pêkanîn. Cîhan jî li hemberî van êrişên dewleta Tirk ên ku PDK şahidiya wan jî cîhanê re dike rolê xwê bêdengiyê dileyîzin. Gotinek ya pêşiyan heye ku dibêje: “Dema rûvî sûcekî dike kuriya xwe dike şahidê xwe’ dema dewleta Tirk jî êrişî Mexmûrê dike, PDK’ê dike şehidê xwe. Jixwe li ber çavane ku PDK’ê di salên 90’î de çi bi serê vê wargehê aniye. Ger şahidiyê bike, wê şahidyek çawan jî bike diyare. Ji bo wargeh vala bike di demên dawî de navendên jiyanê yên wargehê dike aramanca êrişên xwe. Ji bo ku dewleta Tirk van êrişan rewa nîşan bide, di her êrişekî de birayên wan yê PDK ku xwe ji Kurdan hesab nake li cihê wan daxuyaniyê didin û dibêjin êrişên tên kirin rewa ye. Di van êrişan de ne tenê dewleta faşîst a Tirk, ne NY, ne Iraq, ne jî PDK’ê daxuyaniyê li gorî rastiya didin. Weke ku wargeh herêmek leşkeriye şirovedikin. Di demê êrişên dewleta Iraq de jî ev kirin hêcet ku bikaribin bi destê dewleta Iraqê xwe bigihînin armancên xwe. Berxwedana gelê vê wargehê ya bi keviran, îdeayên dewleta Tirk û PDK’ê yên ku leşker li virin li ber çavê cîhanê hatin vala derxistin. Di her êrişên li ser wargehê de hîn zêdetir rûyê reş yê dijmintiya PDK û dewleta Tirk ya bi Kurdan re derdikeve holê. Gelê vê wargehê gelek bedelên giranbiha dan û wê bindin jî, lê wê vîn, bawerî û hêviyên vî gelî nikaribin bişkînin.

Hezar Nerexî


Yorum Gönder

0 Yorumlar