Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) pêngava ‘ji Ocalan re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ silav kirin û tevlîbûna xwe ji pêngavê re nîşandan.
Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) tevlîbûna xwe ji bo pêngava ‘ji Ocalan re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ nîşandan.
Di saetên şevê de li Saziya Malbatên Şehîdan gelê wargehê bi daxuyaniyek çapemeniyê tevlîbûna xwe ya ji pêngava ‘ji Ocalan re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ ragihandin. Beriya daxuyaniyê deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê hat girtin.
Piştre daxuyaniya li ser navê gelê wargehê ji aliyê Hevserokê Meclîsa Gel Yusuf Kara ve hat dayîn.
Yusuf Kara di destpêka axaftina xwe de da diyar kirin ku dijminê hov bi hemû rê û rêbazan êrişên xwe yên ne merdane didomîne û wiha got: “Di kesayeya Rêber Apo de li hember felsefe û paradîgmaya wî, ji bo têkbirina şoreşa netewa Kurdistanê li gel hevkarê xwe van êrişên ne merdane di domînin. Hun jî dizanin beriya çend rojan bi rêya parêzeran hat ragihandin ku carek din cezayê disiplînê dane Rêber Apo, helbet ev cezayê disiplînê yê ku dane Rêber Apo êrişekî nemerdane ya ku li ser Rêber Apo dide meşandine, di xwazin di kesayeta Rêber Apo de netewa Kurd, şoreşa Kurdistanî dîl bigirin. Lê em vê dibêjîn wê dijmin û hevkarên wan bi ti awayî bi îzolekirina Rêber Apo, bi dayîna cezayên disiplînê hûnê nikaribin gelê Kurd û şoreşa Kurdistanê li gorî xwe eyar bikin û têkbibin.
Em bang li raya giştî ya Kurdistanê dikin pêwîste em nebînin dijminê xwînmij cezayê disiplînê li ser Rêbertiya me disepîne. Eger em dibêjin Bican Bixwîn Em Bitere ne Ey Rêber, wê demê divê em erk û berpirsyartiyên xwe yên li beranberî Rêbetiya xwe bi cih bînin. Êdî dem hatiye ku em Rêbertiya xwe bi şêwazekî fîzîkî azad bikin û di nava xwe de bibînin. Ji bo wê jî divê netewa Kurd û şoreşa Kurdistanê li hemberî van kiryarên dewleta faşîst bibin xwedî helwestekî tûnd ku bibe bersiva dijminê xwînmij yê ku li hemberî netewa Kurd û Rêbertiya me ye.”
Kara di dewama axaftinên xwe de behsa çalakiya Nobetê ya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li wargehê hatî destpêkirin jî kir û wiha domand: “Tê zanîn ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ev nêzî sê mehane li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî çalakiyek ya nobetê hatiye destpêkirin, ev çalakî bi hemû germahiya xwe didome. Di 10 Cotmehê de li seranserî cîhanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêngavekî nû hatiye destpê kirin, em dixwazin bi vê pêngavê paradîgma, felsefe, hişmendî û şoreşa ku Rêber Apo dimeşîne fermiyeta wê di cîhanê de pêkwere li nêzîkî sed navendan daxuyaniyên pêwîst ji bo Rêber Apo hatin pêşkêşkirin û hêjî didomin. Em jî wek wargeha Mexmûr ku şagirtên Rêber Apo ne, emê hem çalakiya xwe ya nobetê bidomînin, hem çalakiyên xwe yên wek meş, semîner, daxuyanî û bi gelek şêwazan bidin pêşxistin. Ji bo em bikaribin Rêbertî bi şêwazekî fîzîkî rizgar bikin pêwîste em hemû cûrê çalakiyan pêş bixin. Em dubare bang li raya giştî ya Kurdistan, ya navnetewî û ya cîhanî dikin ku pêwîste zilma ku îro li ser Kurdistanê bi taybet di kesayetiya Rêber Apo de tê meşandin ji bo dawî anîna vê faşîzmmê pêwîste mil bi mil pêwîste em wezîfeyên xwe yên beranberî vê paradîgmayê pêkbînin. Ji ber ku azadiya Rêbertî çareserkirina pirsgirêka Kurde.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok jiyan nabe’ bidawî bû.

0 Yorumlar