Ticker

10/recent/ticker-posts

SEMBOLA ARTÊŞBÛNA JINA KURD: BÊRÎTAN

Dema em li dîroka desthilatdariyê dinêrin, heta niha jinan di beşa leşkerî de cih negirtine. Dibe ku di hindek beşan de cih hatibe diyarkirin, lê hertim di beşên dawiyê de ye. Di vî aliyê de dibe ku hindek guhertin hatibe çêkirin, lê ew jî li gorî hişmendiya pergala desthilatdariyê ye. Di civaka xwezayî de, jin û zilam di hêla parastinê de bi hev re bûn. Dema êrişek çêdibû li ser civakê, hemûyan bi hev re parastina xwe dikirin. Lê em dibînin, di pergala dewletparêz de êdî artêş, sazûmanî ya zilaman e. Di hemû pêvajoyên dîroka fermî de jî, bi vî awayî ye. Artêş, di asta herî jor de li ser esasê mêrê bi hêz, pêşdikeve ye. Jin ne li pêşin, hêza dûyemine. Weke çavkaniya moralê digirin dest. Di nava artêşê de cih nagirin, cihê wê cuda ye. Di dîrokê de, di gelek şerên mezin ên ku çêbûne de gelek dewletan wisa bikar anîne. Ji bo vê jî em dikarin bêjin, di artêşên modern de jî, jin tune ye. Bi taybetî bi zanabûn jin ji wê saziyê hatiye dûrxistin.

Di hemû olên yek Xwedayî de jî, jin heye û weke pêşeng jî rol leyîstiye. Lê piştî ku desthilatdarî pêşketiye, cihê jinê nemaye. Lê li Kurdistanê di pergala qebîle û eşîran de, mirov dikare mînakên ku cihê jinê heye bibîne, lê belê lewaz ketiye. Di vê mijarê de hem weke civaka Kurdistan û hem jî weke tevgera azadiya têkoşîna me, ezmûnekî pir mezin derketiye holê. Di vî aliyê de perspektîfên Rêber Apo yên xurt hene. Li gorî vê, ev sazî ji rola parastina civakê derketiye, civak bi rêya vê saziyê tê qetilkirin û zererên mezin dide xweza û derdor. Pergala dewletê ew aniye rewşekî ji bo berjewendiyên xwe ji xwe re xistiye hêzekî tundî, zorî û xirabkirinê. Li gorî paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê ku Rêber Apo pêşkêş dike, ti civak nabe ku hêza parastinê nebe. Tu zindî bê hêza parastinê nikarin, hebûna xwe berdewam bikin. Pîvana parastinê weke rêgezekî em digirin dest. Pêwîste em hişmendiya wê baş fêhmbikin. Eger em baş fêhmnekin emê jî weke dewletê lê binêrin. Armanca avakirina hêzên rizgariya Kurdistanê, parastina civakê ye. Nêzikatiya me ya ji parastinê re, li ser esasê paradîgmayê ye.

Rêber Apo ev nêzikatiya ku jin ji qada parastinê dûr dixe vala derxist û pûç kir. Bi taybet, bi şehîdbûna Heval Bêrîtan re ku wek sembola berxwedan û têkoşîna jina Kurd a li hember xiyanetê bû, bû xeta parastina rûmeta cewherî ya rastiya jin û civaka Kurd. Bi vê ve girêdayî, artêşa jin hate damezirandin, Rêber Apo di vir de şoreşek çêkir û qalibên hatine çêkirin di mejî û hişmendiyê de rûxand. Di vir de mirov dikare cêwaziya Rêbertî bibîne. Herî zêde jin xiste di nava karên parastinê de, ji bo têkoşîna wan tune nebe li ser piyan bimînin, weke neçariyekî hat dîtin. Li ser vî bingehî, birêxistinbûna jin hat xurtkirin û artêşbûna jin hat pêşxistin. Bi vî awayî, di aliyê fikirandin, xwe gihandina hêza xwe ya cewherî û fîzîkî bûn xwedî rolekî pêşeng. Guhertinên ku hatine çêkirin, em dibînin îro bawerî bi hêzên parastina jin heye û her roja ku diçe mezin dibe ew jî diyar dike ku di hişmendiyê de jî guhertin daye çêkirin. Ew nêzikatiya dihat gotin ku karê parastinê tenê karê zilamane hat parçekîrin, divê em ve biçûk nebînin.

Bi alternatîfa ku Rêbertî datîne holê, nêzikatiya me ya ji bo parastinê û rola jin ya di vir de diyar e. Tenê tevlîbûn têrê nake, ji ber ku gelek caran û di pêvajoyan de tevlîbûn çêbûye. Lê bi cûdatiya ku jin bi rêxistinkirî pêwîste tevlî parastinê bibin, çênebûye. Ger ne rêxistinkirîbin, bi demê re belavdibin û ti bandorekî nikarin bidin çêkirin. Wate bi rêxistinkirina xwe ya xweser tevlî parastinê bibin, wê demê dikarin îrade û hebûna jin derbixin pêş. Dikarin weke modela YJA-STAR û YPJ’ê hene di nava cîhanê de hatine naskirin û bala gelek aliyan jî dikişînin. Baweriya ku di vir de derketî holê pir mezine û bi nirxe. Berxwedana ku derketî di vir de nêrîna civaka Kurd û gelek civakên din jî daye guhertin. Lê nêrîna ku karê parastinê ne karê jinan e, fikrandinek ya desthilatdariyê ye. Rêber Apo bi nêzikatiya xwe ya li hember jin û civakê, ev nêrîn ji holê rakir û pêşiya hişmendiya parastina dewletê hat girtin.

Hêlîn Kara

Yorum Gönder

0 Yorumlar