Saziya Ciwanan a Mexmûrê ji ber ked û parastina gerîlayên azadiyê ya ji bo wargehê spasiyên xwe pêşkêş kirin û gotin: “Piştî vekişîna hêzên gerîla ji Mexmûrê, erkê parastina wargehê dikeve li ser milê ciwanan û divê ciwan bikarin vê erka xwe pêkbînin. Ji ber ku civak bi hêza ciwanan xwe li ser lingan digre, her ciwanek ji bo bikaribe xwe li ser vî bingehî birêxistin bike, divê di nava liv û tevgerê de be.”
Hevberdevkên Saziya Ciwanan a Wargeha Mexmûrê têkildarî erka parastinê ya ku ji aliyê Fermandariya Navendî ya HPG’ê ve bi daxuyaniyekê hatî eşkerekirin ku daye ciwanên wargehê, ji Rojnews re axivîn.
‘Divê bikeve nava lêgerînan’
Hevberdevka Saziya Ciwanan a Wargeha Mexmûrê Kajîn Ozek, di axaftina xwe de qala vekişandina hêzên HPG’ê ya ji Wargeha Mexmûrê kir û wiha got: “Wek tê zanîn hêzên HPG’ê erka xwe ya li vêderê bicih anî û erkê parastinê emanetî ciwanên wargehê kirin. Ji ber ku yê bikaribe civakê bi rêvebibe û bi parêze, hêza ciwana ye. Ev erkê ku hatiye dayîna ciwanên vê wargehê, pêwîste xwe diber de berpirsyar bibîne. Rolê her ciwanekê ye di civaka ku di nav de ye biparêze. Ev şerê ku niha tê kirin, ne şerekî ji rêzê ye û herî zêde li ser ciwanan tê meşandin. Ji bo ciwanek bikaribe xwe rêxistin bike û vî erkê heyî bicih bîne, divê bikeve nava lêgerînan.”

‘Parastina civakê erka ciwanane’
Ozek di axaftinên xwe de anî ziman ku ev erkê hatiye dayîna ciwanên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî, divê her ciwanek li ser vêya bi hizire û wiha dom kir: “Em di wê baweriyê de ne ku wê ciwanên vê wargehê bikaribin bibin layîqê vê parastinê. Ji bo em bikaribin di civaka heyî de jiyanek demokratîk û azad jiyan bikin û yê ku bikaribe pêşengtiyê ji vê re jî bike ciwanên Wargeha Mexmûrê ne. Ji ber ku civak bi hêza ciwanan xwe li ser lingan digre. Her ciwanek ji bo bikaribe xwe li ser vî bingehî birêxistin bike, divê di nava liv û tevgerekê de be. Civaka ku niha em di nav de ne, civakekî bi fikir, felsefe û paradîkmaya Rêber Apo gihiştiye vê astê. Banga me ji bo tevahî ciwanên cîhanê ewe ku êdî dem hatiye em ne bi axaftinê, bi pratîkê bersiva hinek mijaran bidin.”
‘Yê ku destpêkê li dijî wê sekinî hêzên gerîla bû’
Hevberdevkê Saziya Ciwanên Mexmûrê Sîpan Yeman jî li ser vekişîna Hêzên HPG û YJA-Star’ê axivî û got: “Wek tê zanîn di van rojên dawî de Biryargeha Navendî ya NPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên xwe yên leşkerî ji wargehê vekişandine. Beriya her tiştî em sipasiya xwe ji bo hêzên xwe yên gerîla dikin, bi rastî jî me di vê pêvajoyê de dît dema ku DAIŞ xwest êriş bike, Hewlêr û Zaxo bide ber xwe û biçe, yê ku destpêkê li dijî wê sekinî hêzên gerîla bû. Me bixwe dît ku ewlehiya Şengalê di destê PDK’ê de bû, lê çawan dîtin ku DAIŞ’ê êriş kirin weke ku ew ne ji bo parastina wî gelê, ji bo parastina canê xwe li wir in, reviyan”

‘Baweriya me bi PDK’ê nayê’
Yeman di axaftinên xwe de wiha qala pevçûnên di nava PDK û Iraqê de kir: “Ev pevçûnên di navbera PDK û Iraqê de derketine, ji ber xalên ku hêzên HPG’ê xwe jê vekişandî ye. Armanca PDK’ê bi girtina van xalan ewe ku hem wargeh û hem jî giştî herêmê kontirol bike. Wek tê zanîn hevkariya Mala Barzan ya bi dewleta Tirk re mil bi mile, ji ber wê jî divê em nehêlin ev xak bikevin di bin bandora PDK’ê de. Ti carî baweriya me bi PDK’ê nayê, ji ber ku gelek caran gelê me bi tenê hiştine. Ji bo ev carek din rû nede, divê em rê nedin ku PDK li derdorê wargeha me bi cih bibin.”
Sîpan Yeman di dawiya axaftinên xwe de bal kişand li ser daxuyaniya Fermandariya Navendî ya HPG û ev tişt gotin: “Weke Heval Cemal jî di daxuyaniya xwe de anî ziman ku êdî erk û perpirsyartî dikeve li ser milê ciwanan, pêwîsye hemû ciwan jî bikeve ferqa vê gotinê û erka dikeve li ser milê wan bêyî dudilî pêkbînin. Banga min ji bo tevahî ciwanên Kurdistanê û yên derveyî welat ewe ku nebin parçeyek yê vê plana qirêj. Pêwîste hem gel û hem jî ciwan helwesta xwe ya li dijî van şerên li ser me tê meşandin diyar bikin û dakevin qadan.”

0 Yorumlar