Ticker

10/recent/ticker-posts

Parastina cewherî çiye?

 


Bersivên Gel:

-Parastina civaka xwe ye.

-Parastina xwe ye.

-Civaka bi rêxistinkirî ye.

-Li hemberî êrişên derve xwe parastine.

-Rêgeza bingehîn ya nasnameya azad e.

-Hêzekî ji gel e.

-Beşekî ji rêxistinbûna gel e.

Her kes, kom û gelên ne xwedî wesfê xwe parastinê bin neçarî bindestî û koletiyê ne. Hemû zindiyên di gerdûnê de bi sê xalan tê pênasekirin;Pirbûn,Tîmarbûn û Parastine, ji bo berdewamkirina jiyanê ya her zindiyekê pêwîstî bi zêdekirina cins, nifşê xwe heye, piştî zêdebûnê mercê bingehîn tîmarbûne ji bo ev herdû pêkwerin û hebûn berdewam bike xala sêyem Parastine ku nebe herdûyên din nikarin dem dirêj berdewam bikin. Di nav hemû zindiyan de yê di aliyê fîzîkî de herî dereng pêşdikeve mirove, zarokek heta 6 mehî ji derveyî şîr nikare tiştek din bixwe yek saliya xwe encex dikare bimeşe û gelek mînakên din yên weke vana, lê lawirek roj, hefte yan jî çend meh jêre pêwîste ji bo bixwe bimeşe û tîmar bibe. Ji ber vê yekem jî mirov ji bo bikaribin hebîna xwe berdewam bikin pêwîstiya wan bi kom jiyankirinê heye. Bi deh hezar salan şêweyê jiyana mirovan ya bi civakî li ser van xalan hatiye avakirin û berdewamkiriye.

Di serdemên berî pergala desthilat ya 5 hezar salî bi deh hezar salan civaka xwe bixwe ji karesatên xwezayî ,êrişên hindir û derve parastine tucaran ev radestî hêzek din nekirine, ji ber zanîne ku parastina xwe radestî hêzek din kirin koletî û mêtîngehî pejirandine. Li ser vê fikrê bi sed salan civakan li hember hêzên ku xwestine wan tunebikin û xaka wan dagirbikin bi hêza civakî li hember wan rabûne û gelek caran serkeftîne jiyanek azad bexşî nifşê pişt xwe kirine. Ji bo destgirtina kom,civak, netewekê hêsan bikî pêwîste despêkê wê ji hest û berpirsyariya xweparastinê bêpar bikî û fêrî ketina bin parastina hêzek cûda bikî. Ji avabûna pergala dewletdar ya Rahîbê Sumeran ku bi avakirina artêş û şefên taybet yên şer civak fêrî ji aliyê hêzek din ve parastinê kirin û refleks û hestên xweparastinê lewazkirin. Artêşên ku di bin navê parstin û ewlehiyê de avakirîn ji bo kuştin, talan, dagirkerî û destdirêjiyê weke hêza çakoç hatine bikaranîn.

Dîroka miravahiyê bi şer û pevçûnan dagirtîne, gelên ku ji zanabûna parastinê bêpar hatine hiştin, bi milyona hatine qetilkirin, welat û çanda wan hatine dagirkirin. Em weke Gelê Kurd jî di gelek komkujiyan re hatine derbaskirin. Ji hatina pergala Rahîbên Sumeran bigre, heta Olên yek Xwedayî, heta avabûna Netew Dewletan ev komkujî hatine pêkanîn û hîna jî berdewamin. Di tevahiya van bûyeran de sedema yekem ji Xweparastinê bê parmayîn û parçebûyîna me tê. Niha Ziman, Çand û Hebûna me bi metirsiya qirkirinê re rû bi rû ye. Divê çarçoveyê de em Xweparastin ango Parastina Cewherî tenê di aliyê fîzîkî de nagrin dest, ji ber ya ku gel û netewekê dike ew û xwebûyîna wê mîsoger dike, ruh, ziman û çanda wê ye. Parastina Cewherî bi tekoşîneke radîkal ya parastina nirxên ku taybetiya wî geliye meşandin dikare hebûnê mîsoger bike. Weke Rêber Apo jî bi navkirî em weke gel niha ‘ Di nava Pençê Qirkirina Çandî de ne’ Tevgera Azadiya Kuridistanê ji bo pêşî li înkar û îmhaya gelê Kurd were girtin û hebûna jinê ku dibin xerabeyên dîroka zilamê de hatî nixûmandin derxe rastiyê û jiyanê bi heqîqeta çanda jinê bihûne di pêşengiya Rêber Apo de derketiye holê. Li ser Kurd û Kurdistanê şerê kok qelandinê têmeşandin, li beramberî vêya Gerîlayên Azadiyê bi erka dîrokî radibin û şerekî ser aqlê mirovan re didin meşandin, ji bo serxistina vî şerî tevlîbûna gel ya pêvajoyê û di her alî de tekoşîn meşandin dikare me bibe serkeftinê. Weke wargeh 30 salin li hemberî hemû êrişên çandî û fîzîkî xwe parastiye û ji wê jî wêdetir pêşxistiye lewra ne dewlet ne jî hêzeke din nekariye tûne bike, ji vêre jî parastina cehwerî tê gotin. Weke Rêber Apo dibêje; ‘Ger tû bi şerê xwe re bî hemû cîhan bibe yek nikare te têk bike, ger ne bi şerê xwe re bî her hêzek dikare te têk bibe.’ Tê wê wateyê ku ji bo xilasiya civakeke bindest Şerê Gelê Şoreşgerî yekane rêya rizgariyê ye, ji vê gavê û şûnde weke wargeh pêwîste em her kes weke endamekî hêzên parastina cewherî tevbigerin, xwe, çand û gelê xwe bi parêzin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar