Ticker

10/recent/ticker-posts

‘Jinên Kurd jinên ked karin’

Dayîka bi navê Fatma Sipêrtî ku ev demek dirêje zeytûnan çêdike qala çêkirina zeytûnan û kêrhatinên jinên Kurd kir û got: “Ne tenê zeytûn çêkirin belku jinên Kurd ji bo zarokên xwe neçarî kesê nekin gelek kar dane pêşiya xwe.”

Jiyan Pîran

Jinên Kurd di hemû şert û mercên jiyanê de dikarin rêya jiyanê û derfetên jiyanê ji xwe re bi afirînin. Dayîka bi navê Fatma Sipêrtî ya ku li Wargeha Penaberan a Mexmûrê jiyan dike, ev 20 salin ji bo mala xwe zeytûnan kom dike û çêdike. Têkildarî çêkirina zeytûnan ji rojnama me re axivî.

‘Ez piranî zeytûnên kesk çêdikim’

Fatma Sipêrtî di destpêka axaftinan xwe de diyar kir ku çinîna zeytûnan li gorî xwezaya herêmê tê guhertin û wiha got: “Ez 7 salan li Rojavayê Kurdistanê mam, li wir ciranên me ez fêrî çêkirina zeytûnan kirim. Ji wê rojê şûn de ez hewl didim bi qasî têra xwerina mala xwe zeytûnan kom bikim û çêbikim. Min darek ya zeytûnan di derê malê de çandiye. Ez her sal berhemê wê kom dikim. Sala berhemê wê kêm be, ez hewl didim ji malên cîranan zeytûnan bigirim û li gorî wê amadekariyên xwe yên zivistanê dikim. Ji ber ku avhewaya vir zêde germe, pêwîste di destpêka meha Cotmehê de zeytûn werin komkirin. Ez piranî zeytûnên kesk çêdikim. Ji bo wê jî ez di serê meha Cotmehê de dest bi komkirina zeytûnan dikim. Dema komkirina zeytûnan diqede, destpêkê pêwîste baş were şoştin. Li gorî kesan çêkirina zeyatûna tê guhertin. Ji bo zeytûn di demek kin de şirîn bibin hinek kes bi kêrê dibirin, hinek bi çetelan birîn dikin û hinek jî bi beran di perçiqînin, dema ev yek hat kirin zeytûn tê xistina bîdonek yê devê wan biçûk de û li ser tijî av tê kirin. Piştî wê her du rojan carekê ava li ser zeytûnan tê guhertin. Ji ber ku dema zû bi zû av tê guhertin zeytûn tam û vîtamîna xwe winda dike. Ji bo wê jî pêwîste du sê, rojan zeytûn di nava ava xwe de bimîne. Herî dawî dema zeytûn şirîn bûn, li gorî xwesteka kesan û tama dev tê çêkirin û dermanên ku tên xistina nav terbiyeya zeytûn tê guhertin. Hinek kes bîbera hûr ya tûj, catir, lîmon û zeyt dixin ser ji bo demên diyar dixwin.”

‘Jinên Kurd di xwezaya xwe de jinên kêrhatîne’

Fatma di berdewama axaftina xwe de daxuya kirin ku dayîkên Kurdan ji bo dabara mala xwe pêkbînin gelek ked didin û wiha got: “Ger hûn bi xwezin zeytûn bi tam û bi vîtamîn be, pêwîste bê ku hûn birîn bikin bixin di nava ava bi xwê de heta 4 mehan. Lê divê ne ava wê bê guhertin û ne jî devê bîdon hewa bigire. Ger zeytûn wiha bê parastin du, sê salan ji xirab nabe. Rêbaza herî hêsan û herî bi tam jî ev rêbaze. Ne tenê zeytûn çêkirin belku jinên Kurd ji bo zarokên xwe neçarî kesê nekin gelek kar dane pêşiya xwe. Jinên Kurd di xwezaya xwe de jinên kêrhatîne, dikarin hertiştî bi hêsanî bi destê xwe ve bînin û xwe neçarî kesê jî nekin.”   

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar