Ticker

10/recent/ticker-posts

Çalakiya Nobetê ya Mexmûrê 103 roj li pey xwe hişt

Çalakiya nobetê ya li Wargeha Mexmûrê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, bi koma 21’an û di roja 103’yan de bi biryardariyek xurt berdewam dike.


Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 20’ê Tîrmehê de hatiye destpêkirin, bi koma 21’an û di roja 103’yan de bi biryardariyek xurt berdewam dike.

Bi kombûna xelkê wargehê ya li Saziya Malbatên Şehîdan, di kesayeta tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê de deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 20’emîn Leyla Arzû Îlhan axivî.

Leyla Arzû di destpêka axaftinên xwe de, tecrîd wek sûcek yê mirovahiyê binav kir û got: “Zêdeyî 100 rojanin, em wek wargeh di çalakiyê de ne. Her wiha em di sedsaliya Komara Tirkiyeyê de ne, di van sed salan de xwestin Kurdan tune bikin. Li aliyekî têkoşînek bêhempa di kesayeta Rêber Apo de gelê Kurd dimeşîne û li aliyê din jî bi dewleta Tirk dixwazin me qir bikin. Di van sed salan de xwestin bi polîtîkayên xwe yên îmha û înkarê me tune bikin. Lê Rêber Apo bi fikir û felsefeya xwe, ev leyîstok û planên qirêj vala derxist. Ev qasî 32 heyvanin, tecrîdek girankirî li ser Rêber Apo tê meşandin. Girankirina vê tecrîdê, bê çaretiya dagirkerane. Xeta xiyanetê têk diçe û xeta berxwedanê serdikeve. Wek xelkê Mexmûrê em bang li tevahî gelê Kurd û qada navnetewî dikin, li dijî tecrîdê bibin yek û xeta rumetê biparêzin. Wê serkeftin bibe ya me.”

Merasîma dewrgirtinê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî Berxwedana Îmraliyê’ dewrî koma 21’emîn ango koma Meclisa Gel hate kirin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar